ÇANAKKALE - Li Çanakkaleyê ji 37 endamên SGDF'ê û HDP'ê yên hatibûn binçavkirin jê 3 endamên SGDF'ê hatin girtin.
Ji 37 endamên Kolektifa Xwendekaran Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên hatibûn binçavkirin jê 3 endamên SGDF'ê hatin girtin. Polîsan 2 beriya mîtinga Erdogan a di 18'ê Adarê de li Çanakkale pêk anî, 37 endamên SGDF'ê û HDP'ê binçav kirin. Ji 37 kesan 17 kes hatibûn girtin. 3 endamen SGDF'ê Musa Yuce, Neriman Uçak û Bahar Sarıgul li ser îtîraza dozger a 3'emin dîsa hatin binçavkirin û hatin girtin. Hetan niha di vê operasyonê de 20 kes hatin girtin.