Li Amarayê rewşa awarte: Hemû kesên ji bo şînê hatin, ji gund tên derxistin

RIHA - Bı fermana Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu çûyîna gundê Amarayê yê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat qedexekirin.

Li gundê Amara yê girêdayî Xelfetiya Rihayê, ji ber 68'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hemû kesên ne ji Amarayê ne ji gund tên derxistin. Ji bo wefata xwişka Ocalan, Aynê Yildirim konê şînê hatibû vedan û hat xwestin ku îro piştî mewlûdê kon bê rakirin. Gazî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Parlementerê HDP'ê yê Rihayê İbrahim Ayhan ên li gund bû hat kirin. Ji Guven û Ayhan ê çûn noqteya leşkeran a li derveyî gund e, hat ragihandin ku ji bilî parlementeran ew ê destûra tu kesî nedin ku bên gund.

Ayhan, ji bo heyeta ku ji partiyiyan pêk tê têkeve gund bi riya telefonê bi Waliyê Rihayê re hevdîtin çêkirin. Lê hat ragihandin ku ji ber ferman fermana Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû ye, ji bilî wekîlan ew ê destûrê nedin ku tu kes têkeve gund.

Paşê, leşker bi wezayîtên zirxî û TOMA'yan ketin nava gund û hemû kesên ku ne ji gund in, ji nav gund derxistin. Di nav kesên hatin derxistin de nûçegîhanên Dîhaber û Rojnameya Şûjinê yên ji bo şopandina şîna Aynê Yildirim li gund bûn jî hene.

Di têketina gundê Amarayê de cihê ku parlementer û gel lê hatin astengkirin Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknaz Uca daxuyaniyek da.

‘DÊ SEKNA ME BERDEWAM BIKE’

Uca li dijî vê bertek nîşan da û got, ew niha li gundê Hollanda yê Amara yê ne û wiha domand: “Li vir destûrê nadin ku parlementer têkevin gund. Derdora me hatiye girtin. Ev demek dirêje ku AKP li her derî propogandayan dike û dibêje welatên Ewrupayê nahêlin wezîrên wan bikevin Ewropayê. Lê li vir nahêlin wekîl bikevin nava gundê welatê xwe. Dê heya sibe hevdîtinên me berdewam bikin. Dê sekna me berdewam be.”

Kesên ku dixwazin bikevin Amarayê li Xelfetiyê radiwestin.