ENQERE - Alîkarê Serokê Federasyona Elewî Bektaşî Bulent Kaya têkildarî dûrxistina xwe û polîtîkayên îktîdarê yên li dijî nerînên cuda diyar kir ku divê li hemberî pergala mûaviye, yezîdê nû û karakterê faşîst yekiteyek hevpar bê avakirin.
Bi îlana OHAL’ê û biryarên KHK'ê re bi hezaran karmend ji kar hatin dûrxistin. Yek ji wan kesan Alîkarê Serokê Federasyona Elewî Bektaşî Bulent Kaya ye. Kaya heman demê di Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakê de Pisporê Ak Partiyê ye. Kaya di serdema 12’ê îlonê de jî ji Şaredariya Enqereyê hatibû dûrxistin. Kaya careke din bi hinceta endamtiya rêxistinên Sosyalist, Kurd û Demokrat e ji kar hat dûrxistin. Kaya der barê dûrxistina xwe ya kar de axivî û diyar kir ku ew li hemberî faşîzmê tu caran serî natewîn e.
‘ME GELEK CARAN DEWLET HIŞYAR KIR’
Kaya da zanîn ku ew her tim bi nasnameya xwe ya kedkarî û demokratîk hatiye nasîn û wiha axivî: “Nasnameya min ji aliyê hemû kesê ve tê nasîn. Ez her tim bi nasnameya xwe ya denokratîk û kedkariyê têm nasîn. Bi taybet ez ji aliyê civaka Elewî ve baş têm nasîn. Me her tim ji bo rêxistina FETO wekî federasyon dewlet hişyar dikir û tekoşîna me ya li dijî rêxsitina FETO berdewam dikir. Em bi kevneşopiyek li dijî rêxistinên wekî FETO tên. Her tim têkoşîna me li dijî zilm û zordariyan hebû ye. Tu eleqeya me bi rêxistina FETO re tune ye û tu caran jî nabe.”
‘ÎXTÎDARÊ XWEST KURD Û ELEWIYAN TASFIYE BIKE’
Kaya da zanîn ku hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê pêşiya îxtîdarê vekir û axaftna xwe wiha berdewam kir: “Îxtîdarê hewldana darbeyê ji bo xwe wekî litfa xwedê dît û ji ber vê yekê jî îxtîdarê bi vî awayî xwest ku hemû kurd û elewiyan tesfiye bike. Em vê wekî darbeya siyasî bi nav dikin. Ji ber ku faşîzma îslamî dixwaze pergala serokatiyê ava bike niha li Tirkiyeyê yekperestiyê diparêz e û dixwaze reng û dengên cûda hemûyan bi vî awayî tasfiye bike.”
‘LI HEMBERÎ YEKPERESTIYÊ DERBIKEVIN’
Kaya da xuyakirin ku elewî tenê nikarin pêşiya faşîzma otorîter bigirin û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo ku pêşiya vê faşîzma otorter bê girtin, divê hemû kesên xwedî wijdan alîkariyê bidin hev, bibin yek û pêşiya vê faşîzma otorîter bigirin. Divê di serî de CHP û hemû rêxistinên hêzên demokratîk, sosyalîstî lîberal û kurd li hemberî vê yekperestiya faşîzane derbikevin û li gorî nirxên xwe jiyana xwe berdewam bikin. Ji ber vê yekê divê em hemû bi hev re rabin serî li hemberî vê faşîzmê rakin.”
‘HIŞMENDIYA YEZÎD JI BO HER KESÊ XETER E’
Kaya bi lêv kir ku zemîna jiyana bi hev re hat lîstin û wiha pêde çû: “Îxtîdarê zemîna bi hev re jiyana gelan ên li Tirkiyeyê dijîn ji holê rakir. Ev xetereyek pir mezin e. Binêrin şer û pevçûnên li Iraq û Suriyeyê çiqas can birin. Ma qey îxtîdar nizane mirin û kuştin çiqas zor û xeter e. Siyaseta hişmendiya yezîd ne ji bo me tenê, ji bo hemû civaka Tirkiye û Kurditanê dê xetereyek mezin derbixe holê. Ji ber vê yekê jî dibe ku sibe ji bo me dereng be. Ger em di bin paydayekî demokratîk te negihîjin hev emê êşên gelek mezin bikişînin.”
‘EZ DAKETIM 33 KÎLOYÎ’
Kaya aşkera kir ku ew dema ku di darbeya 12’ê îlonê de hat binçavkirin bi îşkenceyek mezin re rûbirû ma û wiha got: “Em ji malbatekî ku 12’yê îlonê de rastî îşkence û êşên mezin hatine tên. Ez di dema darbeya 12’yê îlonê de li Şaredariya Enqereyê dixebitîm. Ez wê demê li Enqereyê hatim binçavkirin û ez birim Zincîrlîdereya Qeyseriyê û li wir bi mehan e rastî îşkenceyê hatim. Ji ber ku kapasîteya girtîgehê têra me nekir divê ku hin kes hatiban berdan. Ji ber ku ez bi gelek îşkenceyan re rûbirû mam ez daketim 33 kîloyê û ez tehliye kirim. Nêzî salekê ez aliyekî xwe wekî felc geriyam. Ji ber ku ez daketim 33 kîloyê ez berdam û gotin derve çi jê tê bila bê. Belê wiha ye em ji îşkenceyên wiha derbas bûn. Hevalên me bêguneh û bê sûc hatin darvekirin û gelek kesên sosyalîst, demokrat û kurd ji bo ku azadî, aştî û biratî xwestin hatin girtin û îşkencekirin. Wê demê jî wekî niha xwestin ku bi milyonan kesê birçîbûn û tasviyeyan terbiye bikin. Lê dîsa jî 12’yê îlonê wekî niha bi awayekî topyekûn her kes hedef nehatibû girtin.”
‘DIXWAZIN FAŞÎZMA OTORÎTER AVA BIKIN’
Kaya destnîşan kir ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê hemû kesên mûxalîf hedef hatin girtin û wiha derbirî: “Piştî hewldana darbeyê hemû nûveyên mûxalîf hedef hatin girtin. Hikûmet niha dixwaze bi awayekî topyekûn gelên mûxalîf bi taybet gelê kurd, elewî û demokrat tune bike. Dema 12’ê îlonê tenê kesên aktivîst, revşenbîr û pêşengên gel hedef dihatin girtin. Lê dema ku mirov niha lê dinêre hemû civaka mûxalîf hedef tê girtin. Ev yek jî nîşan dide ku hikûmet bi awayekî zelal dixwaze faşîzma otorîter li Tirkiyeyê ava bike. Bila kesên ku di vê pêvajoyê de di jêr zemînan de hatin şewitandin neyên ji bîr kirin. Her wiha kesên wekî elewî, kurd û endamên sendîkaya niha ji aliyê hikûmetê ve bi awayekî hovane hedef tên girtin û îşkencekirin. Ev xetereyekî mezin e dewlet li dijî wî geî pêk tîne.”
‘BAWERIYA XWE LI SER CIVAKÊ FERZ DIKIN’
Kaya bal kişand ser êrîşên ku di dîrokê de heta niha li dijî gelê elewî pêk tê û ev tişt gotin: “Di sedema Osmaniyan de û di dema avakirina komarê heta niha herî zêde gelê elewî rastî êrîşan hatiye. Dewletê tu caran rêz nedaye baweriya gelê elewî û her tim ew wekî civakek biyanî dîtiye. Em ji vê helwesta dewletê bi fikarin. Îslama siyasî baweriya xwe li ser civakê ferz dike û dixwaze her jes wekî wan bifikir e û jiyan bike. Ev ne helwestekî rast . Ger mirov rêz nede nirxên civakên cûda hemû kes dê mirov wekî dijminê mirovahiyê bibîne. Niha helwesta hikûmetê wiha ye û kesên cûda ji bo xwe wekî dijmin dibîne. Piştî hewldana darbeyê malên elewiyan ên cem û sazoyên baweriyê yên elewiyan ji aliyê gelek kesan ve hatin tacîzkirin. Lê em ê li hemberî van bêexlaqiyan her tim bi awayekî hişyarî tevbigerin û em nayên provakasyonên wan kesan. Divê ku em û kesên demokrat, sosyalîst û kurd bibin yek û heta dawiyê hemberî zilm û zordariyên dewletê bi hişyarê tevbigerin û neyên lîstikên kesên provakator. Ji ber vê yekê jî em ê heta dawiyê têkoşîna xwe li hemberî wan kesan bidomînin.”
‘LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ YEKITIYA XWE AVA BIKIN’
Kaya bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ez bang li hemû kesên Elewî, Kurd, Demokrat, Kedkar û Sosyalîst dikim verin em dest bidin hev û em nehêlin çi dayîk rondikan bibarînin. Ew rondikên dayikan yên k udi vê pêvajoyê de dibarên rondikên hemû dayikên me ne. Divê ku em hemû bi hev re bibêjin êdî bes e bila malên tu kesê xira nebin, bila tu ciwan nemirin. Ji ber vê yekê em bibin yek, li hemberî vê pergala mûaviye, yezîdê nû û karakterê faşîst yekiteyek hevpar ava bikin û wî karakterê faşîst têk bibin. Careke din ez bang li civakê dikim dakevin qadan û yekitiyekî xurt ava bikin.