Girtiyên jimara leşkerî qebûl nekirin rastî îşkenceyê hatin

WAN - Şaxa ÎHD'ê ya Wanê li ser rewşa girtîgehên Gîresûn û Trabzonê rapor amade kir. ÎHD'ê diyar kir ku îşkenceya li ser girtiyan serdema 12'ê Îlonê derbas kiriye û aşkere îşkence dikin. ÎHD'ê di raporê de destnîşan kir ku girtiyên jimara leşkerî qebûl nakin rastî îşkenceyê tên.

Şaxa ÎHD'ê ya Wanê piştî zextên li ser girtiyên siyasî zêde bûn, heyetek ava kir û li ser rewşa girtîgehên Trabzon û Giresunê lekolin kirin. Heyeta ku bi girtiyên siyasî û rayedarên girtîgehê re hevditin kir grapor amade kir. ÎHD'ê di raporê de anî ziman ku di 9'ê mijdarê de li Girtigeha Tipa E ya Giresunê li girtiyan zor kirine ku jimara leşkerî bidin û girtiyên ev yek qebûl nekirine rastî îşkenceyê hatine.

75 GIRTÎ RASTÎ LÊDANÊ HATIN

ÎHD'ê di raporê de destnîşan kir ku di 9'ê mijdarê de li Girtîgehea Tîpa E ya Giresunê girtiyên jimara leşkerî nedane rastî lêdanê hatine. ÎHD'ê di raporê de destnîşan kir ku gardiyan û leşkerên zirxî êrîşî girtiyan kirine û 75 girtî rastî îşkenceya giran hatine. ÎHD'ê di raporê de wiha cih da daxuyaniya girtî Mehmet Emin Edemen: "Girtî Edemen roja bûyerê wiha vegot: Piştî îlana OHAL'ê rêveberî ji hat guhertin. Piştî OHAL u guhertina rêveberiyê helwesta rayedaran a li hemberî girtiyan jî hat guhertin. 25 salin ez li gelek girtîgehan geriyam. Li hemû girtîgehan pîvan û rêgeza jimartinê yek e. Lê niha ji me xwest em jimara leşkerî bidin û li ser piyan jimarê bidin wan. Dema me qebûl nekir, di 09'ê Mijdara 2016'an de komek mezin ku ji hêza gardiyanan û leşkerên bi zirxî pêk dihat êrîşî girtiyan kirin. Di navde girtiyên nexweş jî heye li 75 hevalên me îşkence kirin."

LI GIRTIYÊN NEXWEŞ ÎŞKENCE KIRIN

ÎHD'ê di raporê de cih da daxuyaniyên girtî Cengiz Akin jî. Girtî Akin wiha axivî: Gelek hevalên me ji ber cih tune li erdê radizên. Ji ber ku me jimara leşkerî neda em rastî êrîşê hatin. Di êrîşê de hevalên me yên nexweş û emeliyata dil bûne jî di navde 75 kes rastî îşkenceyek giran hatin. Hem li me dan û hem jî der barê me de serlêdana sûc kirin. Di êrîş û îşkencecê de em birîndar bûn. 4-5 hevalên me berê emeliyata By-Pas derbas kiribûn. Li gel êrîşa giran me tu bersîv neda wan. Me piştî êrîşê li dozgeriyê gilî kir. Di giliyê dozgeriyê de raporên me yên lêdanê jî hene. Lê ji ber ku me gilî kir rêveberiya girtîgehê jî li me gilî kiriye. Li cihê neheq û bê hiqûq cezayê dîsîplînê dide me.

MIDÛR DÎSA GEF XWAR

Heyetê piştî bi girtiyan re hevdîtin kir bi midûrê girtîgehê re ji hevdîtin kir. Heyetê di raporê de da zanîn ku midûrê nexwest navê xwe bide êrîş qebûl kiriye û dîsa gefa ku ger wisa dubare bibe dê dîsa êrîş bikin. Heyetê wiha cih da gotinên midûr: "Roja Hevserokê Giştî yê HDP'ê hatin girtin bertek nîşan dan û silogan berz kirin. Serê sibê jimar nedan û silogan berz kirin. Ji ber vê yekê mudaxale pêk hat. Mudaxale li gorî mevzuatê ye. Ger ku ev dubare bibe ev mudaxale dê disa pêk bê.

ÎHD'ê di raporê de wiha da îhlalên li girtîgehê:

*Li gel ku biryara qedexe û komkirinê tune jî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi nadin girtiyan. Mafê agahiyê ji destê girtiyan tê girtin.

* Gelek zêdeyî kapasiteya girtîgehê girtî tên girtin û girtî di nava şertên li dijî tinduristiyê de dijîn.

* Piştî OHAL’ê girtî bi awayekî keyfî rastî cezayê dîsîplîn û hucreyê tên.

* Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Girtiyan sewqî nexweşxaneyan nakin.

* Girtî di bin qeyda kamerayan de bi parêkteran re dikarin hevditin bikin.

* Girtiyên ji girtîgehên din hatin rastî lêgerîna tazî tên.

* Girtî rastî tundî û îşkenceyê tên.

* Divê bi awayekî cîddî li ser van zextên li ser girtiyan tên meşandin bê rawestandin û lêpirsînek bi bandor bê kirin.