STENBOL - Girtiyê bi navê Ridvan Taniş ê nexweşê atiyê ye, ragihand ku dema ji bo tedawiya diran wî birine nexweşxaneyê, bi awayekî kelepçekiri hatiye tedawîkirin û got: "Dema destê min kelekçe kirî bû xwestine diranê min bikşînin. Min ev rêbaz red kir. Ez dubare birim girtîgehê.
Girtiyê bi navê Ridvan Taniş ê 25 sal ceza lê hatiye birîn û li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin, nameyek şand û di nameyê de behsa pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê kir. Taniş, diyar kir ku ji sedî 40 dilê wî bipirsgirêk e, nexweşê atiyê ye û her wiha gastrît jî lê peyde bûye. Taniş di nameya xwe de wiha got: "Di 28'ê Adara 2017'an de ez sewqî nexweşxaneya diranan kirim. Li vir dema rontgena diran an jî tomografiya diran dikişandin, kelepçeya li destê min venekirin. Min îtirazî vê nekir, lê belê paşê hat diyarkirin ku dê diranê min bikşînin. Min got, ez bi atiyê dikevim, dema destê min kelepçekirî be dibe ku ez bi atiyê kevim û min got, ez bi vî awayî nerihet im, dixwazim kelepçe bê vekirin. Lê belê, bêyî hincet dxwaza min red kirin. Paşê, beriya diranê min bikşînin anestezî kirin, dema li benda pûçbûna diranê xwe bûm wê kêliyê min hinekî bê hêzên ewlehiyê re axivî; diyar kirin ku biryar a bijîşk e. Bijîşk jî dengê xwe dernexist. Ez jî ji ser sandalyeyê rabûm û min vê tedawiya kelepçekirî qebûl nekir û min xistin rîngê."
‘XWÎN JI DEV Û POZÊ MIN HAT'
Taniş, anî ziman ku di heman şevê de saet li dora 22.00'an bi bandora anesteziyê nexweşîneke wî din xwe daye der û wiha domand: "Dest û lingê min ên çepê pûç bûn û min zêde xwêdan da. Li ser vê min ji saziyê daxwaza amûra rîtma dil kir. Bi awayekî aşkere, li cem personel, peywirdar û hevrêyên min teşhîsa bêahengiya rîtmê diyar bû û ji xwe ji bo vê rapor jî heye. Ji ber vê min ji peywirdaran xwest demildest min bibin beşa lezgîn. Lê belê tu bersiv nehat dayîn. Heta ber destê sibehê ranezam. Piştî demekê dema min xwest bêhna xwe vedim, mîn dît xwîn ji dev û difnê min tê."
Taniş, dest nîşan kir ku ew û girtiyên li cem wî meheke naşînin revîrê û wiha banga hestiyariyê li raya giştî kir: "Her ku diçe rewşa me xerabtir dibe."