ÎZMÎR - Li gelek girtîgehan çalakiyên grevê berdewam dikin. Berdevka Înîsiyatîfa Pişetvaniya Zindanan a Îzmîrê Selma Altan, bang li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û raya demokratîk kir û wiha got: "Beriya ku girtîgeh veguherin malên mirinê, divê demildest liv û tevger çêbibin."
Li Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger a ji aliyê girtiyên PKK û PAJK'î bi daxwaza dawîlêanîna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rakirina dorpêçkirina gundên li herêmê hatibû destpêkirin di roja 49'emîn de ye. Her wiha li girtîgeha Manîsa, Kiriklarê ya Tîpa F1 û Tîpa F2, Menemen a Tîpa T, Bûrhaniyeyê ya Tîpa R, Bandirma, Salihlî û Kepsutê jî greva birçîbûnê ya dorveger di roja 21'emîn de ye. Hat diyarkirin ku li girtîgehên Herêma Egeyê bi grevên birçûbûnê re çewisandin zêde bûne. Her wiha hat ragihandin ku, bi van çewisandinan re girtî bi temamî tên tecrîdkirin, rojname, kovar û pirtûkan nadin wan û dixwazin bi hucreyên cezayê girtiyên ketine grevê bitepisînin.
LI ŞAKRANÊ LI GEL HEMÛ ÇEWISANDINAN JÎ MORALÊ GIRTIYAN BAŞ E
Li Girtîgeha Şakranê, greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger di roja 49'emîn de jî didome, lê li gel vê her diçe rewşa tenduristiya girtiyan xerabtir dibe. Parêzvanên mafên mirovan û malbatên girtiyan ên bi girtiyan re hevdîtin çêkirin, ragihandin ku, hin girtî bi zorê li ser piya disekinin, hin girtî jî zêde zihîf bûne û diranên hin girtiyan jî weşiyane.
'BILA YÊN DERVE DEMILDEST TEVBIGERIN'
Hat diyarkirin ku li gel hemû çewisandinan û pirgirêkên tenduristiyê jî, moralê girtiyên di grevê de baş e, lê rayedarên girtîgehê jî herî zêde ji bo nebşakirina moralê girtiyan tevdigerin. Malbatên girtiyan, diyar kirin ku li gel hemû çewisandinan jî moralê girtiyan zaf baş e. Malbatan dest nîşan kir ku, divê zarokên wan tenê neyên hiştin û kesên li der ve demildest tevbigerin.
LI MANÎSAYÊ, PIŞTÎ GREVA BIRÇÎBÛNÊ TECRÎDA GIRAN
Li Manîsayê di 15'ê Adarê de greva birçîbûnê ya her carê komeke ji 5 kesan ji bo 5 rojan dikeve grevê di roja 21'emîn de jî didome. Hat ragihandin ku, ev demeke dirêj e li girtîgehê bi awayekî zêde çewisandin hene. Li gor agahiyên ku Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan dane, li vê girtîgehê jî karta stuyan li girtiyan tê ferzkirin û girtiyên ku vê sepandinê qebûl nakin jî tên îşkencekirin. Hat ragihandin ku hema bêje her şev cendirme bi ser qawîşên girtiyan de digirin û odeyên ku girtî lê ne talan dikin. Hat dest nîşan kirin ku, li girtîgehê li gel hemû çewisandin û êrîşan jî heta ku daxwazên girtiyan neyên qebûlkirin dê berxwedana wan bidome.
LI KIRIKLARÊ 21 ROJ E GREV HEYE
Li Girtîgeha Kiriklarê ya Tîpa F1 û F2'yan jî greva brçîbûnê ya dorveger di roja 21'emîn de didome û hat ragihandin ku li vê girtîgehê jî çewisandin hene. Hat diyarkirin ku, hema hema her şev bi hinceta lêgerînê bi ser odeyên girtiyan de tê girtin. Hat ragihandin ku gelek weşanên ku nehatina qedexekirin bia wayekîî kêfî tên desteserkirin.
LI MENEMENÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN TEDAWÎKIRIN
Li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê, greva birçîbûnê di roja 21'emîn de dime û hat diyarkirin ku moralê girtiyan zaf baş e. Her wiha hat îfadekirin ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê jî rewşa girtiyên nexweş her diçe nebaş dibe û tedawiya wan bi derengî dixin. Hat ragihandin ku girtiyên nexweş Ergin Aktaş, Ahmet Hami û Yusuf Bulut bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên xwe yên însanî bi cih bînin û bi alîkariya hevalên wan paqijiya wan tê kirin û pêdiviyên wan bi cih tên.
LI GIRTÎGEHÊN BÛRHANIYE Û BANDIRMAYÊ FERZKIRINA LÊGERÎNA TAZÎ
Li girtîgehên Bûrhaniye û Bandirmayê jî greva birçîbûnê ya dorveger di roja 21'emîn de didome û hat diyarkirin ku li ji girtîgehên herêmê gelek girtî sirgûnî van girtîgehan tên kirin. Hat ragihandin ku, di dema sirgûnan de lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin û girtiyên ku vê ferzkirinê qebûl nakin jî tên derbkirin. Hat diyarkirin ku, li van girtîgehan piştî greva birçîbûnê çewisandin û sepandinên kêfî zêde bûne.
LI GIRTÎGEHÊN SALIHLÎ Û KEPSUTÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ DI ROJA 19'EMÎN DE YE
Greva birçîbûnê ya dorveger ku li girteîgehên Salihlî û Kepsutê hat destpêkirin, di roja 19'emîn de jî didome. Hat ragihandin ku li van girtîgehan jî çewisandin zêde ne. Hat ragihandin ku bi taybetî ji Girtîgeha Wanê û gelek girtîgehên herêmê girtiyan sirgûnî girtîgehên Kepsut û Salihliyê dikin. Hat diyarkirin ku di dema sirgûnan de girtî tên derbkirin û lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin.
'BERÎ KU GIRTÎGEH VEGUHERIN MALÊN MIRINÊ DIVÊ LIV TEVGER ÇÊBIBE'
Berdevka Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan a Îzmîrê Selma Altan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Egeyê nirxandin û anî ziman ku, di sala dawî de li girtîgehên Egeyê sepandinên binpêkirina rûmeta mirovan tên sepandin. Altan, diyar kir ku di serî de li Girtîgeha Şakranê û bi giştî li hemû girtîgehên Egeyê girtî rastî muameleyên kêfî tên û got, li girtîgehan girtî di tecrîda lis er tecrîdê de tên ragirtin. Altan, bang li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û raya demokratîk kir û wiha got: "Beriya ku girtîgeh veguherin malên mirinê, divê demildest liv û tevger çêbibin."