REQA- Hêzên QSD'ê yên ji her du aliyên Çemê Firatê Tebqayê dorpêçkirine, hat diyarkirin ku hindik maye Tebqa bê stendin. Ji bo QSD a ku ji gelek welatên cîhanê ciwan tevlî wê bûne û li eniyên wê yên pêş jin cih digirin pênaseya "Hêza azadiyê ya cîhanê" tê kirin.
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a ji bo bajarê Tebqa yê girêdayî Reqayê ye hat destpêkirin didome. Di operasyona ku di 21'ê Adarê hat destpêkirin de, Balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê, 20 gund û gelek mezrik hatine rizgarkirin. Li cihên hatin azadkirin bi sedan tebqayî jî ji esareta DAIŞ'ê hatin rizgarkirin û pir hindik maye ku şervanên QSD'ê Bendava Tebqayê ji DAIŞ'ê paqij bikin. Di operasyona ku koalîsyona navnetewî jî piştevaniya wê dike de, gav bi gav bajar tê dorpêçkirin û her ku şervan nêzî bajêr dibin pevçûn jî dijwartir dibin.
LI HEMBERÎ QSD, DAIŞ NIKARE XWE RAGIRE
Di pevçûnan de bi sedan DAIŞ'î hatine kuştin û her wiha bi dehan jî dîl hatine girtin. Milîtanên DAIŞ'ê yên li hemberî şervanan nikarin xw eragirin, serî li tunelên bin erdê didin û bi vî awayî hewl didin xwe xelas bikin. Her ku diçe endamên DAIŞ'ê kêm dibin û li pêyî xwe doçka, fuzeyên antî tangê, topên hewanan û kanasan jî dihêlin. QSD a ku ji du milan ve ber bi Tebqayê ve diçe, her du aliyên Çemê Firatê bi kar tîne. QSD a ku bi bot û wapûrên barhilgir derbasî rojavayê Firatê bûn û Balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê ji DAIŞ'ê paqij kir, dest danî ser gelek balafirên şerî û wesayîtên zirxî yên li balafirgehê.
JI KOBANIYÊ BER BI TEBQAYÊ VE...
DAIŞ'ê di sala 2014'an de ev balfrigeh ji dest rejîma Sûriyeyê stendibû û di dema êrîşa li dijî Kobaniyê bi awayekî çalak bi kar dianî. Piştî DAIŞ di êrîşa xwe ya ewil a li dijî Kobaniyê bi ser neket, ev der dagir kir û bi nêzî 20 tangên ku bi dest xist êrîşî Kobaniyê kir. Şervanên ku niha ji her du milan ve bi qasî 35 kîlometreyî bi pêş ve çûne, hewl didin ku ji her du milan ve Tebqayê bistînin. Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê, ji bo xesarek negihîje Bendava Tebqayê bi temkîniyî tevdigerin û ji bo vê ekîpmanên ku ji endezyarên teknîkê pêk tên dişînin herêmê.
BI STENDINA RIYA TEBQA-REQAYÊ XETA ÎKMALÊ HAT BIRÎN
Piştî Balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê, şervanên QSD'ê riya Tebqa-Reqayê jî xist bin venêrîna xwe û riya girîng a îkmalê li DAIŞ'ê birî. Riya navnetewî gihaniya Reqa-Tebqa-Helebê peyde kir û bi venêrîna şervanan re karê DAIŞ'ê zehmetir bû. Ji bo venêrîna rê dubare têkeve destê wê, DAIŞ dem dem bi tang, obus û fuzeyan êrîş dike, lê li hemberî şervanên QSD'ê nikare bi ser keve.
BI SEDAN SIVÎL JI DESTÊ DAIŞ'Ê HATIN RIZGARKIRIN
Di çarçoveya operasyonê de heta niha bi sedan tebqayî hatine rizgarkirin. Li herêma ewle ya sivîl lê hatine bicihkirin heta niha ji Bab, Dêra Zor, Misûl û Telaferê bi sedan kes hatine bicihkirin. Li navendên hêwirandinê yên ji bo sivîlan hatine avakirin, her cure pêdiviyên wan tên peydekirin û her wiha gelê herêmê bextewar e ku ji esareta DAIŞ'ê rizgar bûye.
HÊZA CÎHANÊ
Di bin banê QSD'ê de, ji bo operasyonê ji her derê Sûriyeyê şervan cih digirin û her diçe beşdarbûyîna kurd, ereb
û tirkmenan zêde dibe. Di operasyona ku gelek ciwanên tebqayî tê de cih digirin, gelek ciwanên ji DYA, Swêd, Hollanda, Almanya, Îngîltere, Danîmarka, Fransa û Swîsreyê jî tê de cih digirin. Her wiha jinên sûriyeyî di operasyona Reqayê de li eniyên pêş cih digirin. Jinên ereb, tirkmen, ermen û kurd bi vî ji feraseta nêrza tola bi hezaran salî distînin.
Nazim Daştan-dîhaber