Mizgîndêra biharê soryazik li ser dezgehan e

EDENE - Mizgîndêra biharê soryazik a li lûtkeyên çîyayan hêşîn tê, niha li ser dezgehan balê dikêşe.

Soryazik a ku bi hatina biharê re, ji Adarê heta orta Nîsanê li lûtkeyên çiyayan hêşîn tê, li ser dezgehan cihê xwe girt. Soryazik a herî zêde li çiyayên herêmê hêşîn tê û di gelek xwarinan de tê bikaranîn, bi saya wê gelek kes jî debara xwe dikin. Yek ji van kesan jî Abdulhekim Erbek e. Erbek, li çiyayên Dîlokê soryazikê ber hev dike û li Edeneyê difiroşe.

JI BO PENÇEŞÊRÊ BAŞ E

Erbek ê ku em li bazarê rastî wî hatin, anî ziman ku ew bi zor û zehmet li çiyayên Dîlokê soryazikê ber hev dike. Erbekî diyar kir ku piştî berjevkirinê ew li malê wê dişon û paqij dikin û paşê jî li bazarê difiroşin. Her wiha got, ew kîloya wê bi 5 TL'yan difiroşin û eleqeyeke zêde ji bo soyazikê heye. Erbek wiha axivî: "Em li çiyayan berjev dikin û li vir difiroşin gel. Her kes soryazikê ji me dipirse. Soryazik ji bo pençeşêrê baş e. Di gelek xwarinan de tê bikaranîn."