EDENE - Karkerên çermê pêlavan dest nîşan kirin ku ji bo heqê keda xwe bistînin û ji bo pêşeroja zarokên xwe ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".
Her ku referandûm nêz dibe, gelek derdor rengê dengê xwe diyar dikin. Karkerên siyê yên li derdora Saeta Mezin a Edeneyê di şert û mercên nebaş de dixebitin, dest nîşan kirin ku ew ji bo ewlehiya kar û jiyaneke mirovane di referandûmê de bibêjin "Na". Çayvan Halil Ak, diyar kir ku ji bo "Na"yê gelek sedemên gel hene û balê kişand ser krîza aborî ya li welat. Ak, anî ziman ku gel êdî di sînorê birçîbûnê de jiyana xwe îdame dike û got, ji bo jiyaneke mirovane ew ê di referandûmê de bibêje "Na".
'JI BO MIROVAN NEMIRIN 'NA''
Ji karkerên siyê Arif Buşai, anî ziman ku ew ê biçe ser sindoqê û dengê "Na"yê bi kar bîne. Buşai, diyar kir ku ji bo di 16'ê Nîsanê de welat nekeve bin serweriya "yekzilamî" ew ê bibêje "Na". Buşai, dest nîşan kir ku li welatên ku bi "yekzilamiyê" tên birêvebirin her tim şer heye, da li Tirkiyeyê şer çênebe ew ê bibêje "Na" û wiha got: "Ji bo ewlehiya kar û pêşeroja me 'Na'. Bila ev hilbijartin ji bo hemû gelan bi xêr û bêr be. Em ê ji bo aştî û biratiyê bibêjin 'Na'. Ji bo mirov nemirin û aştî bê 'Na'."
'JI BO KEDA ME 'NA'...'
Karkerê siyê yê bi navê Vahap Yalçin jî, diyar kir ku ew ê ji bo ewlehiya kar bibêje "Na" û got, divê hemû gel biçe ser sindoqan û dengê "Na"yê bi kar bîne. Yalçin wiha axivî: "Rengê dengê min 'Na' ye. Ji bo aştî û biratiyê 'Na'. Ji bo heqê keda me û ji bo pêşeroja zarokên me 'Na'." Karkerê siyê yê bi navê Veysi Buşai jî wiha got: "Em ji her tiştî re dibêjin 'Na'. Em ji jiyana xwe ne razî ne. Ewqasî em dixebitin, lê tu tiştek jî nakeve destê me. Ji ber vê ji her tiştî re 'Na'."
Karkerê siyê Mujdat Ozay jî anî ziman ku, ji bo jiyanake mirovane divê her kes bê "Na". Ozay, diyar kir ku ji bo "Na"yê gelek sedemên wan hene û got, her kes ji bo referandûmê dibêje "Na".