AMED - Polisên Tîmên Tevgera Taybet bi ser şaredariya Rezan a DBP’î de girt. Polîs li avahiya şaredariyê lêgerîn dikin.
Qeyûm heta niha tayînî gelek şaredariyên DBP'i hatin kirin. Li Amedê jî ji bilî Şaredariya Rezan a BDPB'î hemû şaredarî Qeyûm tayînî wan hat kirin. Medya hawiz û nêzî îktîdarê Şaredariya Rezan wekî "Şaredariya Hendekparêz" bi nav kiribû. Di saetên serê sibê de polîsên tevgera tîmên taybet bi ser avahniya Şaredariya Rezan a DBP’î de girt û li avahiyê lêgerînê dikin. Polîsan di heman wextê de bi ser mala Cîgirê hevşaredaran Murat Satici de girt û binçavkirin.
Cîgirê Hevşaredarên Sûrê Vedat Gunduz jî di serdegirtina malan de hat binçavkirin.