ÎZMÎR - Li Girtîgeha Şakranê, di dema hevdîtina vekirî ya çend roj berê de, gardiyan û cendirmeyan êrîşî xizmên girtiyan kiribûn. Malbatan behsa wê kêliyê kir. Malbatan diyar kir ku, di dema hevdîtinê de li ser serê her girtiyî 2 gardiyan disekinîn û gotin, gardiyanan gotiye "Em peywira xwe bi cih tînin" û êrîşî wan kirine.
Li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger a ji aliyê girtiyên PKK û PAJK'î bi daxwaza dawîlêanîna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rakirina dorpêçkirina gundên li herêmê hatibû destpêkirin di roja 49'emîn de ye. Malbatên ku di dema hevdîtina vekirî ya çend roj berê de gardiyan û cendirmeyan êrîşî wan kiribûn, behsa wê kêliya êrîşî kirin.
‘LI SER SERÊ HER GIRTIYEKÎ 2 GARDIYAN DISEKINÎN'
Ramazan Yavuz, bavê girtiyê bi navê Ronî Yavuz ê 49 roj e di greva birçîbûnê de ye û bi qasî 13 kîloyan zihîv bûye, anî ziman ku gardiyanan bi hinceta 'di pergalê de pirsgirêk' heye wan zêdeyî saetekê dane sekinandin û wan 15 deqîqe derneg hevdîtin bi xizmên xwe re çêkiriye. Yavuz, diyar kir ku dema ew çûne cihê hevdîtinê, li wir tenê çend gardiyan hebûne û wiha axivî: "Paşê 10 gardiyanên ku dora zarokên me girtibûn hatin hundur. Li ber her maseyekê gardiyanaek disekinî. Çend gardiyan jî bênavber li dora maseyan digeriyan. Di dema hevdîtinê de hem bi gotinên xwe hem jî bi liv û tevgerên xwe tim me tehrîk dikirin."
GOTIN ‘EM PEYWIRA XWE BI CIH TÎNIN' Û ÊRÎŞ KIRIN'
Yavuz, anî ziman ku paşê girtî û hikumxwar ji gardiyanan re gotine "Malbata me hatiye, hevdîtina vekiriye, me nerihet nekin' û li ser vê gardiyanan jî wiha gotiye: "Em peywira xwe bi cih tînin. Em ê li ser serê we bisekinin. Xwazî hevdîtinê çênekin, em li vir in. Rabin herin, ev ji bo me ne pirsgirêk e." Yavuz, da zanîn ku li ser vê girtî û hikumxwar da vê nêzîkatiya gardiyanan protesto bikin biryara dawîlêanîna hevdîtinê dan û wiha domand: "Li ser vê 20 gardiyanên din jî ketin hundur. Liw ir munaqeşeyek çêbû. Derî li ser me girtin. Dest bi êrîşeke fizîkî kirin, paşê derî li ser me girtin û em nizanin bê li wir çi qewimî."
‘PIŞTÎ ME XISTIN ODEYEKE DIN Û DERÎ LI SER ME QEFILANDIN, ÊRÎŞÎ GIRTIYAN KIRIN'
Avşar Aydin, pismamê Tuna Aydin ê 43 roj e di greva birçîbûnê de ye û bi qasî 12 kîloyan zihîf bûye, jî wiha axivî: "Me xistin odeyekê û derî li ser me qefilandin. Paşê bêyî em bi xizmên xwe re hevdîtinê çêbikin gardiyanan em derxistin. Bi devkî êrîşî me kirin." Aydin, anî ziman ku li hundur ji malbatan bêtir gardiyan hebûn û wiha domand: "Piştî heval ji odeyê derxistin, me jî xistin odeyekê û derî li ser me qefilandin. Ji hudnur dengê hevalan dihat. Çi bû çi qewimî, me nedît. Lê me fêm kir ku êrîşî hevalan kirine."
‘DIVÊ HER KES TEVBIGERE'
Yavuz, anî ziman ku piştî derî li wan vekirine wan xwestiye ew bi dozgerê girtîgehê re hevdîtinê çêbikin, lê belê destûr nedane wan û wiha axivî: "Gardiyanên li ber derî gotin, 'Biçin cem Serdozgerê Komarê. Li vir em guhdariya derdan nakin.'" Yavuz wiha domand: "Ji Cizîr, Nisêbîn û Çewlîgê gelek malbata hatibûn, lê belê bêyî bi zarokên xwe re hevdîtinê çêbikin bi awayekî perîşan vegeriyan bajarên xwe." Yavuz, ji bo çareyek ji vê rewşê re bê dîtin, bang li her kesî kir da bi hestiyarî tevbigerin.