Girtiyên 19'ê Kanûnê: Şoreşger tu carî teslîm nabin

ENQERE - Husamettin Ozdem û Barbaros Yilmaz ê di pêvajoya 19'ê Kanûnê de zêdeyî sed rojî di rojiya mirinê de man, têkildarî rewşa girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne dewletê hişyar kir. Ozdem wiha axivî: "Îktîdar di warê bedenê de mirov dîl girtin, lê dixwaze di warê mêjî de jî dîl bigire, lê belê şoreşger di warê mêjî de bi tu awayî teslîm nabin."

Li 6 girtîgehên cuda 17 jê jin bi giştî 76 girtî di greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de ne. Li gor agahiyan êdî pirgirêkên jiyanê xwe didin der. Li beşên T2 û T3 yên Şakranê 49 roj e 13 girtî, li beşa T4'an a Şakranê 35 roj e 8 girtî, li Girtîgeha Şakranê ya Jinan 42 roj e 5 girtî, li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 41 roj e 7 girtî, li beşa T-1 a Girtîgeha Tekirdagê 28 roj e 10 girtî, li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê 22 roj e 5 girtî, li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê 7 roj e 10 girtî, li beşa T4 a Şakranê 14 roj e 7 girtî û li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê 4 roj e 11 girtî di greva birçîbûnê de ne.

Têkildarî mijarê Husamettin Ozdem û Barbaros Yilmaz ê berê zêdeyî sed rojî di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bûn, ji dîhaberê re axivîn.

‘DEMA ÎDARE AVÊ JÎ BIDE ÎŞKENCEYÊ DIKE'

Rêveberê ÎHD'ê Barbaros Yilmaz ê di pêvajoya 19'ê Kanûnê de li dijî girtîgehên Tîpa F'yê zêdeyî 120 rojî di rojiya mirinê de cih girt û bîrbiriya xwe winda kir, anî ziman ku asta niha ber bi rewşeke krîtîk ve diçe. Yilmaz, diyar kir ku divê di greva birçîbûnê de pêdiviyên girtiyan ên wek av, şekir û xwê bi cih bên û wiha axivî: "Girtîgeh qadeke teng e. Divê bi awayek nîzamî hûn ava xwe, şekirê xwe û xwêya xwe wergirin, lê şert û mercên girtîgehê vana pêk nayînin. Lê belê, heke îdare bide ev dikarin bi dest bikevin. Li girtîgehê jî av sînorkirî ye, çimkî piştî demekê êdî mirovên di greva birçîbûnê de nikarin ava mislixê vexwin. Êdî bêhn didie, hûn nikarin wê vexwin. Divê hûn ji kantînê bikirin, lê ew jî hatiye sînorkirin. Çimkî divê rojê di navbera 2-4 lîtreyan de avê bistînin. Dema îdare vê ava sînorkirî dide we, wê jî vediguherîne navgîneke îşkenceyê."

‘MUDAXILEYEK HERÎ BIÇÛK JÎ DÊ BIBE SEDEMA XESARÊN MEZIN'

Yilmaz, anî ziman ku di grevên birçîbûnê de piştî 10-15 rojan deng û ronahî mirovan nerihet dikin û got, heke dewlet mudaxileyekê bike dibe ku ev bibe sedema mirinan. Yilmaz wiha domand: "Hem di warê şert û mercan de, hem jî di warê polîtîk de divê guh bidin daxwazên kesên di hundur de û bên qebûlkirin. Ya duyemîn, divê bi tu awayî mudaxile tune be. Mudaxileyek herî biçûk jî dê rê li ber xesarên mezin vebike. Çimkî piştî demekê ev dibe sedema qeyrana dil. Ji ber bê liv û tevger dimînin, di mudaxileyeke herî biçûk de dibe ku qeyrana dilî çêbibe."

‘DIVÊ GIRTIYAN MUXATAB BIGIRIN Û PIRSGIRÊK BI AWAYEKÎ ÎNSANÎ BÊN ÇARESERKIRIN'

Yilmaz ê got “Di grevên birçîbûnê de divê dewlet daxwazan ebûl bike û mudaxileyê neke" dest nîşan kir ku, di peymanên navnetewî de jî cih digire ku divê bi tu awayê mudaxileyî mehkûman neyê kirin û ev qedexe ye. Yilmaz wiha axivî: "Bêyî vîna kes divê bi tu awayî mudaxile neyê kirin. Bêyî vîna girtî qedexe ye ku tiştekî xwarinê bidin girtî. Teqez divê wek muxatab esas bên girtin û pirsgirêk bi awayekî însanî û rewşeke huqûqî bê çareserkirin."

‘DÊ MUDAXILE BIBE SEDEMA NEXWEŞÎNA KORSÎKOFÊ'

Rêveberê Partiya Şoreşgeran Husamettin Ozdem, di pêvajoya 19'ê Kanûnê de piştî 45 rojan greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê bi giştî 200 rojî di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ma. Ozdem, diyar kir ku dewlet ji kesên di greva birçîbûnê de gotiye "Dema me dît ku fonksiyonên we yên jiyanê hêdî dibin em ê mudaxile bikin û ev mudaxile mafê me yê herî mezin e" û wiha domand: "Mudaxile jî ev e: rasterast serûma glîkozê li kes dixin ku ev jî dibe sedema biçûkbûna mêjî. Ev jî rê li ber nexweşîna korsîkofê vedike. Di ceribînên salên 96 û 2000'î de piraniya hevalên me veguherîn zarokên 3-4 salî. Piranî wan hiş xwarin, bîbiriya xwe ya dûr û nêzîk winda kirin."

‘ŞOREŞGER TU CARÎ TESLÎM NABIN'

Ozdem, anî ziman ku di destê girtiyên ku di greva birçîbûnê de tenê çekek heye, ew jî bedena wan e û got, di rojiya mirinê de dewlet bi zanebûnî mudaxileyî wan kiriye. Ozdem wiha domand: "Ji bo wan mirovên difikirin tim sûcdar in. Heke mirovê difikire nekuje jî, lê ji bo rê li ber fikirandina wî/ê bigire wî/ê vediguherîne kesekî/e berasteng. Dibe sedema rûxandina mjî û bedenê. Dewlet, ji bo mirov ji mirovbûyîna xwe dûr bikeve û ji bo wî/ê li gor xwe veguherîne girtîgehan wek malên îslehê dibîne. Îktîdar di warê bedenê de mirov dîl girtin, lê dixwaze di warê mêjî de jî dîl bigire, lê belê şoreşger di warê mêjî de bi tu awayî teslîm nabin. Di dest wan de tekane çeka wan bedena wan e, wê jî wek sembola berxwedanê bi kar tînin."

‘DIVÊ REWŞENBÎR TEVBIGERIN'

Özdem wiha bang li rewşenbîran û dewletê kir: "Divê daxwazên herî însanî yên van mirovan bi cih bên. Divê diyalog bên destpêkirin. Rewşenbîr, hunermend û akademîsyenên ku di salên 90'î û 2000'î de ketin dewrê, divê dubare tevbigerin. Divê ji ber daxwazên însaî îro rewşenbîr li vir bin."