Li Êlihê, ji ciwanan heta extiyaran her kes dibêje 'Na'

ÊLIH - Gelê Êlihê, dest nîşan kir ku hikûmet bi tu awayî sozên xwe bi cih nayîne û ji ciwanan bigire heta extiyaran her kes dibêje "Na".

Gelê Êlihê, ji ciwanan heta extiyaran gelek kes tîne ziman ku ew ê di referandûma 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na". Welatiyên bajêr, diyar kir ku siyaseta îktîdarê siyaseta derewan e û bang li her kesî kirin, da roja hilbijartinê biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.

‘JI BO BAJARÊN ME YÊN HATIN ŞEWITANDIN Û RÛXANDIN EZ Ê BIBÊJIM 'NA''

Salih Solmaz (45) anî ziman ku, ew ê ji bo bajarên wan ên ji aliyê dewletê ve hatin rûxandin û şewitandin bibêje "Na" û wiha axivî: "Hemû bajarên me şewitandin û rûxandin. Heke pergala serokatiyê bê, dê rewş ji ya Seddam xerabtir bibe. Dê bi tena serê xwe bibe dîktator û dê hîn bêtir bajarê me birûxîne û bişewitîne. Li dijî mirin û komkujiyan ez ê bibêjim 'Na'. Ez ê ji bo Cizîr û Silopiyayê bibêjim 'Na'. Ez ê ji bo ciwan û zarokên hatin kuştin, ji bo bajarên hatin şewitandin û rûxandin bibêjim 'Na'."

‘HEKE BIBÊJIM 'ERÊ' EZ BIBIM SEDEMA TIŞTÊN XERAB'

Nimet Yildiz (32), anî ziman ku heke ew bibêje "Erê" dê bibe sebeba gelek tiştên xerab û got, ji ber vê ew ê bibêje "Na". Yildiz wiha bang kir: "Ji bo zarokên me, ji bo pêşerojeke bextewar ez ê vê biryarê bidim. Hûn jî vê biryarê bidin. Hemû weadên ku îktîdarê dan derew derketin. Niha jî weadên derewîn dide. Ji ber vê hûn jî werin û bibêjin 'Na'."

‘DÊ BI VÊ PERGALÊ RE ZILM Û QETLIAM ZÊDE BIBIN'

Selim Daniş (37) jî anî ziman ku dê bi pergala serokatiyê re zilm û qetliam zêde bibin û wiha axivî: "Em doza edalet, demokrasî û aştiyê dikin, lê dê bi vê pergalê re hemû winda bibin. Heke pergala serokatiyê bê dê zilm û qetliam zêde bibin. Ji ber vê ji bo şatî, biratiyê em ê ji vê pergalê re bibêjin 'Na'. Divê kes boykot neke û her kes biçe ser sindoqan."

‘SIYASETA DERAWAN BI RÊ VE DIBIN'

Cuma Tekin (26) dest nîşan kir ku heta niha îktîdar tu weadên ku kirine yek jî bi cih neaniye û siyaseta derewîn bi rê ve dibe. Tekin wiha axivî: "Gotin em ê vî şerî biqedînin, lê hîn jî şer didome. Tu tiştekî wan ên dibêjin li hev dernakeve. Derewan dikin. Ji ber vê ez ê bibêjim 'Na'. Roja hilbijartinê jî em xwedî li sindoqan derkevin. Heke em xwedî li sindoqan dernekevin, dê encamên rasteqîn winda bibin."

Meyasa Yigit (60) jî dest nîşan kir ku, ji bo careke din ciwan nemirin û ji bo aştiyê ew ê di referandûmê de bibêje "Na". Emine Tekina 60 salî jî, diyar kir ku li gel hemû çewisandin û pêkanînan jî ew ê tevî neviyê xwe biçe ser sindoqê û dengê "Na"yê bi kar bîne.