Bêyî Tahir Elçi, dê dilşikestî Roja Parêzeran peşwazî bikin

AMED - Dê Baroya Amedê, 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran bêyî Tahir Elçi bi awayekî dilmayî pêşwazî bike. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, dest nîşan kir ku di ser cinayeta Elçi re 15 meh derbas bûne, lê hîn jî di dosyeya lêpirsînê de wek kiryar an jî gumanbar îfadeya(ên) tu kesî nehatine wergirtin.

Dê parêzer di nêvengeke Rewşa Awarte (OHAL), di serdemeke ku zêdeyî 4 hezar dozger û dadwer ji peywirê hatine îxrackirin, daraz berbayî siyasetê ketiye de, 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran pêşwazî bikin. Her wiha dê Baroya Amedê jî, li gel van pirsgirêkan dê 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran bêyî Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçi yê di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Minareya Çar Ling a Sûra Amedê hat kuştin û hin jî kiryarên cinayeta wî nehatine dîtin, bi awayekî dilmayî û dilşikestî pêşwazî bike. Dê Baroya Amedê, hemû çalakiyên Roja Parêzeran ên îsal diyarî Tahir Elçi bike.

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, têkildarî cinayeta Tahir Elçi û aqûbeta lêpirsîna wî axivî. Ozmen, bi bîr xist ku 15 meh e Elçi ne di nav wan de ye û wiha axivî: "Em 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran bêyî Tahir Elçi pêşwazî dikin. Em bêyî Tahir Elçi Roja Parêzeran pîroz dikin. Em ji ber vê ne kêfxweş in û dilmayî ne."

‘TEMENÊ XWE FEDAYÎ DÎTINA KIRYARÊN MIROVAN KIR'

Ozmen, anî ziman ku bi cinayeta Elçi re li bajarên herêmê serdemeke pevçûnî, xwînî û tarî dest pê kiriye û wiha domand: "Di pêvajoya pevçûnî ya di demên dawî de her diçe zêde dibe de, kuştina Elçi mîladek e. Belkî jî bû dawîlêanîna pêvajoya çareseriyê û dubare destpêkirina nêvenga pevçûnî. Bi vê re dev ji baweriya ku dê pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin hat berdan û bû destpêka dubare vegerîna polîtîkayên ewlehîparêz. Tahir Elçi xwe fedayî hemû cinayetên kiryar nediyar kir. Temenê xwe fedayî dîtina kriyarên mirovên ku hatin îşkencekirin, gundên wan hatin şewitandin û valakirin, cesedên wan avêtin keviyên riyan û li goristanên bêkesan hatin definkirin kir."

‘DÊ DOSYEYA LÊPIRSÎNA CINAYETA ELÇÎ DE HÎN JÎ KIRYAR TUNE YE'

Ozmen, dest nîşan kir ku di ser cinayeta Elçi re zêdeyî 15 mehan derbas bûye, lê hîn jî di lêpirsîna cinayeta wî de pêşveçûyîneke berbiçav tune ye û wiha axivî: "Hîn di dosyeya lêpirsînê de kiryarek tune ye. Dev ji kriyar berdin, hîn bi sifetê gumanbariyê jî serlêdan an jî tu kirariyek nehatiye kirin. Em wek Baroya Amedê her hefte roja Înê, da lêpirsîna cinayeta Elçi bi awayek çalak û lez û bez bê birêvebirin, li ber Edliyeya Amedê çalakiya xwe ya protestoyê li dar dixin. Ji bilî vê hevalên me yên di Komîsyona Lêpirsînê ya Tahir Elçi de cih digirin jî xebatan bi rê ve dibin. Ji bo dosye bi pêş ve biçe em tim hewl didin. Peywira me ya yekemîn a hevpîşeyên amedî, ew e ku em wê tarîtiya li paşperdeya cinayeta Tahir Elçi derxînin holê. Dîtina kiryarên cinayeta Tahir Elçi tenê ne peywira civaka kurd a hemû Tirkiyeyê ye. Divê civaka Tirkiyeyê vê daxwazê bîne ziman û bibe şopdarê wê."

Herî dawî Ozmen, Roja Parêzeran a hemû hevpîşeyên xwe pîroz kir.