AYDIN - Ji bo referandûmê dê li Aydinê 2 hezar û 330 sindoq bên danîn û her wiha xebatên ji bo ewlehiya sindoqan jî bênavber didomin. Rêveberê Lijneya Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê Osman Dagtekin, anî ziman ku wan ji bo hezar û 101 sindoqî kes peywirdar kirine.
Li gor daneyên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dê ji bo referandûma 16'ê Nîsanê li Aydinê 2 hezar û 330 sindoq bên danîn û her wiha dê 794 hezar û 509 kes jî deng bi kar bîne. Li gor, daneyên YSK'ê, ji navçeyên Aydinê herî zêde hilbijêrên navçeya Efelerê hene û herî kêm jî yên navçeya Karpûzlûyê ne. Hejmara hilbijêrên Efelerê 206 hezar û 75; yên navçeya Karpûzlûyê jî 9 hezar û 163 in.
Ji bo ewlehiya sindoqan xebatên partiyên siyasî didomin û her wiha xebatên ewlehiyê yên HDP'a Aydinê jî temam bûn. HDP, ji boe wlehya sindoqan li 10 navçeyên Aydinê bi giştî hezar û 101 kes peywirdar kirine. Her wiha li bajêr 146 serokên sindoqan jî diyar kirine. Rêveberê Lijneya Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê Osman Dagtekin, behsa xebatên ji bo ewlehiya referandûmê kirin û bang li hemû welatiyan kir da, xwedî li dengê xwe derkevin.
Dagtekin, dest nîşan kir ku di referandûmê de bi taybetî ewlehiya sindoqan pir girîng e û wiha got: "Li gor giştînameya ji me re hat, me hewl da em li ser hemû sindoqan hevalên xwe peywirdar bikin. Em li nêzî hezar û 240 cihî peywirdar in. Li cihê ku me peywir lê wernegirtine, fikra me ew e ku em muşahidan li wan deran peywirdar bikin. Her wiha dê ji bo gerîna li hawirdora dibsitanan û muşahîdên gerok jî xebatên me çêbibin."
Dagtekin, da zanîn ku ji bo perwerdehiya sindoqan jî xebatên wan hene û wiha axivî: "Helbet ji bo me ya herî girîng sindoq in. Têkildarî perwerdehiya sindoqan ez endamê lijneya hilbijartinê ya navçeyê me. Ji bilîme li 9 navçeyan endamtiya me heye. Ev endam, têkildarî perwerdehiya referandûmê de tevlî civîna herêmê bûn û em beşdarî cibîna perwerdehiyê ya li Îzmîrê jî bûn. Dê hevalên me yên ku li ser sindoqan hatine peywirdarkirin bên perwerdekirin."
XEBATA KOORDÎNASYONÊ TEMAM BÛ
Dagtekin, anî ziman ku ew ê roja hilbijartinê wek koordînasyona navendî tevbigerin û got, xebatên wan ên di vî warî de temam bûne. Dagtekin wiha domand: "Dê roja hilbijartinê bi sindoqan re pêwendiya me hene û em ê li vir venêrîna sidnoqan bikin. Her wiha em ê bi heman awayî bi navendê re jî pêwendiyê deynin. Li gel her tevgerîneke neyînî dê hevalên me û mûşahidên me giretkên xwe binivîsînin."
BANGA ÇÛYÎNA SER SINDOQAN
Herî dawî Dagtekin wiha got: "Ji bo me referandûmê zaf girîng e. Dengekî herî biçûk jî ya li dijî feraseta yekparêz dê ji bo aştî û demokrasiyê bibe mifte, ji ber vê em ê biçin ser sindoqan. Ji bo pêşerojeke bi xêr û bêr da deng bên bikaranîn em ê xebatên xwe bidomînin. Divê bi taybetî hevalên me yên li ser sindoqan baş haydar bin. Divê di vê hilbijaryinê em li hemberî hev rêzê bigirin. Divê daxwazên me yên mafdar di wê kêliyê de bên ragihandin û ji bo vê em ê bi awayekî tîtîz tevbigerin. Teqez divê girtekên bi îmzeya şil bên. Di vî warî de tevî hevalên parêzer çi ji destê me bê em ê bikin. Em serkeftina hevalên xwe yên peywirdar dikin."