ŞIRNEX - Malbatên cizîrî yên xizmên wan di dema qedexeya derketina derve de hatin kuştin, der barê referandûmê de axivîn û sedemên xwe yên "Na"yê vegotin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, malbatên kesên di dema qedexeya derketina derve de hatin kuştin, der barê referandûmê de axivîn û bang kirin da her kes bibêje "Na". Yek ji van malbatan jî malbata Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Orhan Tunç e ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn şewitandin û kuştin. Hevjîna Tunç, Zeynep Tunç balê kişand ser helwesta hevjînê xwe ya di dema qedexeya derketina kolanan de û got, hevjînê wê li hemberî zilm û zordariyê her tim şer kiriye.
HEVJINA TUNÇ: JI ERDOGAN RE BIBÊJIN 'NA'
Hevjîna Tunç da zanîn ku, hevjînê wê Mehmet di dema qedexeyê de bûye dengê cizîriyan û wiha axivî: "Zarok kuştin, malên gel hilweşandin. Gel û ciwanên Cizîrê 3 mehan tî û birçî li hemberî tank û topan sekinîn. Mehmet Tunç dev ji ciwanên Cizîrê berneda û heta dawiyê li gel wan ma. Mehmet Tunç, dengê berxwedan û tekoşîna gelê Cizîrê jî roj bi roj bi rêya telefonê ji cihanê re ragihand. Piştî Orhan û Mehmet çûn, hêsirê me qet nesekinîn. Hê jî bangên wan di guhên me de ne. Ji ber wê jî divê em biçin ser sindoqan û ji Erdogan re bi bêjin 'Na'. Ne tenê kurd, divê tirk jî ji vê zilm û zordariyê re bibêjin êdî bes e."
JI BO TU ZAROK BÊKES NEMÎNIN BÊJIN 'NA'
Hevjîna Orhan Tunç, Guler Tunç jî kurê xwe Bêkes ê piştî kuştina hevjînê wê hat dinê nîşan da û wiha axivî: "Bi hezaran zarok bê dê û bav hiştin. Ji bo ku tu zarok weke Bêkesê min, bê bav nemînin divê her kes biçe ser sindoqan û bibêje 'Na'."
DAYIKA ÇAGDAVUL 5 SEDEM RÊZ KIRIN
Dayîka Saît Çagdavulê ê di qedexeya 13'ê Îlona 2015'an de bi guleya polîsan hat kuştin, Gurbet Çagdavul jî anî ziman ku, piştî kurê wê hatiye kuştin bi hêza ku Mehmet Tunç daye wan li ser piyan mane. Dayik Çagdavul got, ji bo referandûmê 5 sedemên wê yên "Na"yê hene û sedemên xwe wiha rêz kir: "Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo girtiyên zîndanan, ji bo qetilkirina zarokên xwe, ji bo komkujî çênebin û ji bo azadiya kurdan em ê bibêjin 'Na'."
'ME TEŞÎRKIRINA JINA CIZÎRÊ JI BÎR NEKIRIYE'
Dayika Hesen Nerse (17) ê berî 2 salan piştî birîndar ket bi awayekî birîndar ji aliyê polîsan ve dest û lingên wî hatin girêdan û mir, Makbule Nerse jî got, ew tu caran Hesenê xwe yê kelepçekirî ji bîr nake. Dayik Nerse dest nîşan kir ku, dê ev hilbijartin hikumetê rizgar neke û wiha berdewam kir: "Vê dewletê dilê gelek dayikên weke min şewitandin. Ger ji xwe fêdî bikin, tu caran nayên ji kurdan dengan naxwazin. Ji ber ku kurdan hêj birînên keça ku li ser rê hat teşîrkirin û jêrzemînan ji bîr nekiriye. Qayyûm tayînê ser vîna me kirin, parlementerên me girtin û li zindanan zilmê dikin. Sedemên me yên 'Na'yê gelek in."