Îdiaya cerdevan navê HDP'îyan didin polîsan

ŞIRNEX - Hat ragihandin ku, li Silopiyayê kesên ku li tax û bajarokan cerdevantiyê dikin, di heman demê li noqteyên kontrolê yên polîsan jî sixûrtiyê dikin û navên HDP'iyan radigihînin polîsan.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, piştî di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina kolanan hat îlankirin têketin û derketina bajêr û riyên diçin gundan hêjmara noqteyên venêrînê hatin zêdekirin. Tê îdiakirin ku li van noqteyên venêrînê, cerdevanên ku ji bo neyên naskirin rûyê xwe digirin û bi vî awayî ji bo polîsan sîxurtiyê dikin.

'BI TAYBETÎ AGAHIYÊN WELATIYÊN HDP'Î DIDIN POLÎS Û LEŞKERAN'

Welatiyê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe aşkere bike, der barê cerdevanên li noqteyên venêrînê dimînin de agahî dan: "Di serî de V.O. yê li bajaroka Bêspinê cerdevantiyê dike, H.Z. û N. Z. yên ku li bajaroka Giteyê cerdevantiyê dikin û kesê bi navê S. K. ê ku li Taxa Cumhuriyetê rûdinê li noqteyên venêrînê sîxurtiyê dikin. Leşker û polîsên li van noqteyan lêgerînê dikin rû vekirîne, lê ev kesên din ji bo ku neyên naskirin rûyê xwe digirin. Ev kes li noqteyên venêrînê disekinin û agahiyên welatiyên di noqteyan re derbas dibin radigînin polîsan. Bi taybetî jî agahiyên welatiyên HDP'î û welatparêz didin leşker û polîsan."

'BERIYA OPERASYONAN KEŞFÊ DIKIN'

Heman welatî anî ziman ku, cerdevanên niha weke JÎTEM'a salên 90'î dixebitin û wiha got: "Di navbera van cerdevanan û çeteyên salên 90'î de tu ferq tune ye. Li herêmê berî ku operayon dest pê bikin, pêşî cerdevan diçin herêmê û keşfê dikin. Her wiha bi tundî bi ser gel de diçin û tevlî operasyonên leşkerî dibin."