ŞIRNEX - Li çoltara çiyayê Gabarê ya Şirnexê di encama teqînekê de 3 leşkerên pispor jiyana xwe ji dest dan û 5 leşker jî birîndar bûn.
Li çoltara çiyayê Gabarê ya Şirnexê wextê leşker derketibûn operasyonê teqînek dijwar qewimî. Di teqînê de li gorî agahiyên destpêkê de 3 leşkerên pispor jiyana xwe ji dest dan û 5 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Li herêma operasyona leşkeran berdewam dike.