Esnafê Kizilayê dibêje 'Na'

ENQERE - Esnafên Kizilayê ji ber pirsgirêkên aborî û dikanên wan tên girtin diyar dikin ku dê di referandumê de bêjin "Na"

Ji referandumê re 13 roj ma. Bi nêzîkbûna referandumê hêjmara "Na" her ku diçe zêdetir dibe. Esnafên Kizilayê yên Enqereyê jî diyar kirin ku ji ber pirsgirêka aborî nikarin kar bikin û neçar dimînin dikanên xwe bigirin. Esnafan anîn ziman ku dê di hilbijartina referandumê de bêjin "Na" .
Esnafê Kizilayê Sahafcı Harun, diyar kir ku heta niha her dem di xeta partiya nijadperest de cih digirt û dengê xwe da BBP'ê. Harun anî ziman ku dê di vê referandumê de bêje "Na" Harun, anî ziman ku ew û birayên xwe yên kurd naxwazin bên hemberî hev û ji bo hev nekujin dê bêjin "Na".

Esnaf Şenturk Yurtsever jî anî ziman ku 16 salin li Kizilayê esnaf e û dê bêjin "Na". Yurtsever sedema "Na" wiha got: "Ez naxwazim hemû hêz û biryar di destê yek kesî de be. Ez dixwazim demokrasî heme û her kes azad bifikire. Li dijî azadiya ramanê û qeyrana aborî ez dê bêjim Na".

JI DÎKTATORIYÊ RE NA'

Esnafê Masivan Mehmet Duman jî anî ziman ku dixwazin li ser wan pergala dîktatoriyê ava bikin û ew dê ji pergala dîktatoriyê re bêjin na. Duman, anî ziman ku niha li ser wan dîktadoriyê dimeşîne û ji dîktatoriyê re dibêjin "Na."

Esnaf Enver Delbaş jî ani ziman ku Tirkiye 15 salin ji aliyê Erdoğan û koleyên wî ve tê rêvebirin û ew dê ji vê yekê re bêjin "Na" Delbaş, anî ziman ku bacê herî giran didin û pirsgirêka aborî di asta herî jor de ye. Delbaş, da zanîn ku her roj mirov tên kuştin û ji bo kuştin raweste û qeyrana aborî çareser bibe dê bêjin "Na."