NAVENDA NÛÇEYAN - 12 roj beriya referandumê li dijî endam û rêveberên ESP'ê operasyon pêk anîn. Di operasyonê de Hevseroka Giştî ya ESP'ê Çiçek Otlu jî heye bi dehan kes hatin binçavkirin.
Ji referandumê re 12 roj man. Beriya referandumê li dijî endam û rêveberên Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) operasyon pêk hat. Di operasyonê de Hevseroka Giştî ya ESP'ê Çiçek Otlu jî di navde bi dehan kes hatin binçavkirin. Di operasyonê de endam û rêveberen HDP û DBP'ê jî hatin binçavkirin.
Bi fermana Dozgerê Komarê yê Tunceliyê li Dêrsim, Dîlok, Amed, Stenbol û gelek navendên din li dijî endam û rêveberên ESP'ê operaspon pek hat. Di operasyonê de bi dehan endam û reveberên ESP'ê hatin binçavkirin. Hevseroka Giştî ya ESP'ê Çiçek Otlu li mala xwe ya Stenbolê hat binçavkirin. Serokê ESP'ê yê Dîlokê Ayşe Esmer, Rêveberê HDP'ê yê Dersimê Huseyin Dagdeviren, Li Amedê edamê ESP'ê Mustafa Naci Toper, li Dersimê endamen ESP'ê Îlke Başak Baydar, Beren Aticı, Ekber Kaya û Hakan Kavut hatin binçavkirin.
Di operasyona li Ovacikê de Endame Meclîsa Ovacikê Akin Gedik, Keyayê Gundê Buyukkoyê Kazim Sabur, Keyaye Gundê Çaxperi Hasan Yumuk û welatiyen bi navê Hasan Sal, Kazım Sedef, Ali Oz, Aslan Akgul, Huseyin Kanar hatin binçavkirin. Li Ovacikê leşkeran bi ser gelek gundên din de jî girtin û gelek kesên din hatin binçavkirin. 8 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Fermandariya Cendirmeyan a Ovacikê.
Li navenda Dersime jî welatî Hasan Yıldız, Hakan Kavut, Sinan Sarıataş û endamê Meclîsa HDP'ê Alî Ekber Kaya, Endamê MYK'a ESP'ê Îlke Başak Baydar, Endamê Meclisa ESP'ê Beren Atici, Rêveberê HDP'ê Huseyin Dagdeviren hatin binçavkirin. Li Stenbolê ji Sinan San hat binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Tuncelî
7 KES LI EDENE HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Seyhan û Yuregîrê yên Edeneyê jî polisan bi ser 11 malan de girt. Di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin. Li Mêrsînê jî Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Akdenizê Mesude Şahin, Revebera HDP'ê ya Mêrsinê Munir Guzel, Nezir Elçî û gelek kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Kesen li Edene û Mêrsîn hatin binçavkirin birin midûriyetên polisan.
DI TEMENÊ 68 SALÎ HAT BINÇAVKIRIN
Li Balafirgeha Sabiha Gokçe ya Stenbolê jî jina 68 salî Hediye Gungor hat binçavkirin. Hat zanîn ku di çarçoveya operasyona Kanîreşê ya Çewlikê hatiye binçavkirin.
3 KES LI SÊRTÊ HATIN GIRTIN
Li navçeya Dihê ya Sêrtê jî ji 42 kesên hatin binçavkirin jê 30 kes hatin berdan.12 kes jî sewqî edliyê kirin. Endamê Meclîsa Bajar yê DBP'î Îdris İlhan, Endamê Meclîsa Şaredariya Dihê yê DBP’î Salih Ozer û Tahir Togrul bi îdiaya "endamtiya rêxistinê ne" hatin girtin û şandin Girtîgeha Sêrtê.
Endamê Meclisa Şaredariya Dihê yê DBP’î Musa Baykara, Îdris Yildirim, Aziz Dayan, Hevserokê DBP'ê yê Dihê Huseyin Alan, rêveberê DBP'ê Emin Yildız, İsmail Yıldız, Gurbet Oktay, Derya Aksu û Ozlem Aydin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Li navçeya Payizava jî Hevserokên Şaredariya Payizava Yildiz Çetin û Zeki Yildiz u personelê şaredariyê Muhittin Botan, Hakim Koç û Hadi Sonmez hatin berdan.
3 kesên li Arntemêtan hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin û li dadgehê hatin berdan.