Yildirim: Kes nikare hezkirina Ocalan ji dilê gel derxe

RIHA - Her çend Wezîrê Karên Hundir di çarçoveya OHAL'ê de hemû meş, daxuyanî û xwepêşandan li Riha û navçeyên wê qedexe kir jî 4'ê Nîsanê Rojbûna Ocalan li Amara bi girseyî hat pîrozkirin. Parlamenterê HDP'ê Nadir Yildirim diyar kir ku tu hêz nikare hezkirina Ocalan ji dilê wan derxe. Yildirim, anî ziman ku hêzên ji azadiya kurdan ditirsin astengiyan zêdedikin lê teqez azadiya kurdan û Ocalan dê bi ser bikeve.

4'ê Nîsanê 68'emîn salvegera Rojbuna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gundê Amara yê Xalfetiya û li Navçeya Xalfetiyê ya Rihayê ji aliyê 2 komên cuda ve bi daxuyaniyên girseyî hat pîrozkirin. Koma parlamenteran ji aliyê leşker û polîsan ve hat qedexekirin û destûr nedan parlamenter biçin Amara. Dema pîrozbahî hat lidarxistin leşker û polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA dora komê dorpêç kirin. Parlamenter, endam û rêveberên HDP'ê li pêş avahiya DBP'ê ya Xalfetiyê daxuyanî dan. Di pîrozbahiyê de Parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Dilan Dirayet Taşdemir, Ayşe Acar Başaran, Leyla Birlik, Sibel Yiğitalp, Saadet Becerikli, Îbrahim Ayhan û Nadir Yildirim û rêveberhen HDP û DBP'ê amade bûn.

NIKARIN HEZKIRINA OCALAN JI DILÊ KURDAN DERXIN

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Nadîr Yildirim, ewil axivî û diyar kir ku bi salan e rojbuna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê pîrozkirin û wiha got: "Rojbûna Ocalan ne tenê rojbûna Ocalan e. Rojbûna hemû gelê kurd e. Rojbûna hemû gelên Rojhilata Navîn e. Em vê rojê wekî roja azadiya gelê kurd dibînin. Em ji bo azadiya gelê kurd wekî roja destpêkê dibînin. Bi rojan e gelê kurd ji bo bê Amara ketin rê. Lê destûr nedan gel bê Amara. Li gel hemû astengiyan gelê me dîsa hatin Amara û em niha li vir Rojbûna Ocalan pîroz dikin. 4'ê Nîsanê Rojbûna Birêz Ocalan li hemû gelê me pîroz be. Çi dibe bila bibe em dê hemû astengî û dorpêçan bişkînin. Em dê Azadiya xwe ji aliyê milyonan ve pîroz bikin. Tu kes nikare hezkirina Ocalan ji dilê me derxe."

LI HER DERÊ TÊ PÎROZKIRIN

Yildirim ani ziman ku wekîlên hatine hilbijartin jî asteng kirin û wiha got: "Wekî ku tiştên li Şirnex, Sûr, Cizîrê kirin têra wan nekir dixwazin Amara jî li me qedexe bikin. Lê Newroza 2017'an nîşanî wan da. Bersîva herî baş Newrozê da wan. Gelê xwest bê Amara rastî astengiyên leşkeran hatin. Leşkeran welatî asteng kirin. Lê nikarin hezkirina Ocalan ji dilê gel derxin. Gelê me dê li her derê Rojbûna Ocalan piroz dikin û dê pîroz bikin. Felsefeya Ocalan rê li pêş azadiya gelê Rojhilata Navîn vekir. Ji ber vê yekê hêzên serdest pir ditirsin. Zextan zêde dikin û her tiştî qedexe dikin. Tecrîdê kûr dikin. Li gel her tiştî gel di Newrozê de dengê xwe bilind kir û qedexe û zext nas nekir. Gel dê di 16'ê Nîsanê de jî dengê xwe bilind bike û bi Komara Tirkiyeyê bide qebûlkirin. Em dê teqez azadiya xwe û Rêberê xwe bi dest bixin."

Parlamentera ÊLihê Saadet Beceriklî jî axivîe û 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû gelê kurd pîroz kir û wiha got: "Tevi hemû astengî û qedeyan di pêşengiya jinan de ji gelek navendan jinan berê xwe da Amarayê û xwestin 4'ê Nîsanê piroz bikin. Lê ji ber hatin astengkirin nekarîbûn xwe bigînin Amara."

Daxuyani bi diruşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.