RIHA - Her çend Wezîrê Karên Hundir di çarçoveya OHAL'ê de hemû meş, daxuyanî û xwepêşandan li Riha û navçeyên wê qedexe kir jî 4'ê Nîsanê Rojbûna Ocalan li Amara bi girseyî hat pîrozkirin. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, xwest ji bo tecrîda li Îmraliyê rabe û hevdîtin ji nûve dest pê bike. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, jî diyar kir ku gel carek din giredana xwe ya bi Ocalan re nîşan da.
4'ê Nîsanê 68'emîn salvegera Rojbuna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gundê Amara yê Xalfetiya Rihayê bi daxuyaniyek girseyî hat pîrozkirin. Dema pîrozbahî hat lidarxistin leşker û polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA dora gund pêçan. Kesên derbasî nava gund bûn jî di lêgerîna leşker û polîsan re derbas bûn. Pîrozbahî li pêş mala Ocalan bi tevlêbûna malbata Ocalan, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlamenterên HDP'ê, Dilek Ocalan, Mahmut Togrul, Behçet Yildırım, Meclisa Dayikên Aştiyê û endamen TJA'ê, endam û rêveberên HDP û DBP'e amadre bûn. Li peş mala ku Ocalan lê ji dayik bûye posterê Ocalan ê mezin û alên KCK'ê hatin vekirin. dîsa alên kesk, sor û zer hatin vekirin. Di pîrozbahiyê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Rojbûna te pîroz be ey Serok" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Bîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişti rêzgirtinê birayê Ocalan Mehmet Ocalan xêrhatina mêvanan kir û axivî.
MEHMET OCALAN: BILA TECRÎC RABE HEVDÎTIN PÊK BÊN
Bira Mehmet Ocalan, diyar kir ku rojbûna Ocalan rojbûna hemû gelê kurd û û li gelê kurd pîroz dike. Ocalan anî ziman ku her sal wekî mihrîcanê ev roj dihat pîrozkirin, lê îsal ev yek tehamul nekirin û qedexe kirin û wihagot: "Me xwest pîrozbahiyek li gorî şana gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd pîroz bikin. Lê hişê qedexekar û astengdar destûr neda. Hemû gund niha di bin dorpêça leşkeran de ye. Em dixwazin tecrîda li ser Rêberê me carek berî carekê bi dawî bibe û hevdîtin ji nûve dest pê bikin. Em wekî malbata Ocalan dixwazin ev tecrîd bi dawi bibe û hevdîtin ji nûve dest pê bikin."
'GEL GIRÊDANA XWE NÎŞAN DA'
Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven jî anî ziman ku li gel hemû zext û astengiyan îro Rojbûna Ocalan pîroz dikin û wiha got: "Em spasiyên xwe ji hemû gelê me yên zext û astengî derbas kirin û hatin vir rojbûnê pîroz dikin re pêşkêş dikin. Rojbûna Birêz Ocalan rojbûna hemû gelê kurd e. Bi salan e gele kurd ji çar aliyê Kurdistanê diherikin Amara û vê rojê pîroz dikin. Ev nîşan dide ku gel çiqas girêdayî Rêbere xwe ye.
'GELEK SOYLÛ HATIN Û ÇÛN LÊ OCACALAN HEYE'
Guven, bal kişand ser helwesta Wezîre Karên Hundir Suleyman Soylu a "Dê kes neçe Amara" û wiha got: "Bi fermana Wezîr Soylu û OHAL'ê her tişt hat qedexekirin. Lê li gel OHAL û qedexeyan em dîsa li vir in. Em hatin Amara. Ev nîşan dide ku em ji dil girêdayî Birêz Ocalan in. Vê têkoşînê gelek wezîrên dewletê yên wekî Suleyman Soylu daxistin. Îro tev ji rûpelên dîrokê winda bûn. Lê Brêz Ocalan û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hêj heye. Mehmet Tunç û Sêvê Demir û hevalên wan li qadên xwerêveberiyên cewherî têkoşiyan û jiyana xwe ji dest dan. Piştî wê Gelê kurd tevî hemû êrîşan Newroz pîroz kir. Bersîv da êrîşên li diji bajaran. Li gel OHAL û êrîşên dijwar îro em dîsa li vir in. Em li vir in."
Daxuyani bi diruşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.