RIHA - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven piştî li Amara Rojbûyina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir di derketina gundê Amarayê de hat binçavkirin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebat 4'ê Nîsanê 68'emîn Rojbûyîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hat Amara û bi girseyî li mala Ocalan Rojbûyîna Ocalan pîroz kirin. Hevseroka KCD'ê Guven piştî pirozbahiyê dema ji Gundê Amara derket, di deketina gund de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Guven piştî hat binçavkirin ew birin Midûriyeta Polisan a Rihayê.
Li aliyê din koma ku ji Amara derketin û milê Goganê re derbasî Hewagê bûn li nêzî Goganê hatin rawestandin. Di maşîneyê de Dayika Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş Meliha Aktaş, Dayika Aştiyê Hadlê Ogur û hevserê wê Cebrail Ogur û Hevserokê HDP'a Qaserê Mehmet Akgul, Rêveberê HDP'ê Hamit Goçmen, Rêveberê DBP'a Qoserê Selahattin Karaaslan û Şukran Erol, ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin û hatin binçavkirin.