STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê îhlalên mafên mirovan ên di 3 mehên dawî de li girtigehên herêma Marmarayê rû dane bi raporekê aşkere kir.
Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê îhlalên mafên mirovan ên di 3 mehên dawî de li girtîgehên herêma Marmarayê rû dane li avahiya xwe bi civîna çapemeniyê parve kir. ÎHD'ê rapora girtîgehan a mehên Çile, Sibat û Adarê bi awayekî berfireh dane bi dane parve kir. ÎHD'ê li ser delîlên name, serlêdan û ziyaretên bigirtiyan re agahî kom kirin û kir rapor. ÎHD'ê giranî dan ser Girtigeha Tîpa T a Tekirdagê û çalakiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Edîrneyê. Di beşa hevbeş a raporê de hat diyar kirin ku di demên dawî de ji ber sirgûnên zêde îhlal zêde bûne. Di raporê de wiha hat gotin: "Li girtiyên ji Sêrt, Êlih, Amedê sirgûnî Girtîgehên Edîrne û Tîpa T a Kandira û Tîpa T a Bandirmayê hatine kirin alav û amurên wan ên taybet hatine desteserkirin. Dema sirgûn bûne li girtîgehên nû rastî lêgerina tazî hatine. Girtiyên ev yek qebûl nekirine jî rastî îşkenceyê hatine. Bi taybetî piştî îlana OHAL'ê bi deh hezaran kes hatine girtin. Bi girtinên dawî re hêjmara girtiyan zêde bûye. Bi zêdebûna girtiyan re binpêkirina mafan jî zêde bûye. Li odeyên 3 kesan, 4-5 tên ragirtin. Li odeyên 12 kesan 20 kes tên ragirtin. Gelek girtî ji ber ranza tune li erde radizên. Girtî ji mafê xwe yê sohbetê mahrûm ten hiştin. Rojname, pirtûk, kovar, nameyan nadin girtiyan. Kesên pirtûk dinivîsin u didin çapê, piştî tê çapkirin bi şertê ku heqê pirtûkê bide pirtûkê didin wan. Mafên girtiyan ên tenduristî û dermankirinê tê îhlalkirin.
Li girtîgeha Tîla L a Hêjmar 1 a Maltepe; ziyareta parêzer û girtiyan li dijî zagon û hiqûqê di bin qeyda kamerayan de tê kirin. Malbaten diçin hevdîtinê rastî lêgerîna dijwar tên. Malbat tên tacîzkirin.
Li Girtîgeha Hêjmar 2 a Sîlîvriyê; mafê spor, sohmet, tê astengkirin. Mafê sohmetê di roja ziyaretan de ji destê wan tê girtin. Weşanên der barê wan de biryara komkirinê tune be jî tên desteserkirin û weşanan nadin hundir.
Li Girtîgeha Hêjmar 6 a Sîlîvriyê; Rojnameya Cumhuriyetê nadin girtiyan û mafê sohbet û siporê tê astengkirin.
Li Girtîgeha Hêjmar 5 a Sîlîvriyê; hemû mafê girtiyan tên astengkirin. Helwesta îdareyê bêtir hişk bûye. Mehê 3-4 caran li odeyên wan lêgerin dikin. mafê wan ên civakî ji destê wan tê girtin. Zorê li wan dikin ku şope tiliyan bidin. Mafê ziyareta malbatê nîv saetê kêm kirine. Mafê hevditan malbatê ya mehê carekê derxistine ji du mehan carekê. Name tên astengkirin. Demek dirêj in nikaren nameyan bigirin.
Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê; Şopa tilayan digirin. girtiyên ji bo parastina mafên xwe di ber xwe didin rastî cezayê dîsîplînê tên. Mafê derketina hewşê ji 2 saetan daxitine saetekê. Pirtûk û amûrên odeyê bi awayekî keyfî tên desteserkirin.
Li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandirayê girtî kirine du beş. Girtiyan ji mehê carekê derdixin sohbetê. Girtî rastî lêgerîna dijwar tên. Tên tacîzkirin. Bi zorê şopa tiliyên girtiyan digirin. Girtiyên sirgûn dibin û diçin nexweşxaneyan rastî lêgerîna tazî û lêdanê tên. Yên vê yekê îtîraz dikin rastî cezayê dîsîplînê û û cezayên dijhiqûqî û zagonî tên. Girtiyên nexweş dikevin wan nabin nexweşxaneyê.
*Li Girtîgeha Gebze ya Jinan, Girityên jin ên siyasî, dema dibin nexweşxaneye bi kelepçeyê wan dibin nexweşxaneye. Dema muayine dike jî leşkeran dernaxin derve. Girtiyen vêlêgerîne qebûl nakin jî ra stî lêdanê tên. Li hemû girtîgehan ev pêkanîn berdewam dike.
Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Tekirdagê jinek girtî ku ji doza FETO hatiye girtin, piştî 24 rojan li Midûriyeta Polisan a Çorlu hat girtin û ji ber rastî îşkenceyê hatiye hişê xwe winda kiriye.
Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 3 a Maltepe; hat diyar kirin ku girtiyên biyanî li vir tên girtin û kesên trans di hucreyê de tê girtin. Li girtîgehe daxwaza girtiyan a sewqî nayê qebûl kirin.
Li Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Maltepe; Girtiyê 18 salî K.T. bi awayekî neheq avêtine hucreyê. Gardiyanan ew darp kirine. Di nava şert û mercên xerab de tê girtin. Di hevdîtina bi parêzer de di bin qeydên kamera û 2 gardiyanan de hevditin kirine.
* Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê; Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hevditina girtiyan piştî OHAL'ê di bin zextan de pêk tê. îhlal zêde bûn.
Li Girtîgehên Herema Marmarayê; Li Girtîgehên Tirkiye piştî 15'ê Adarê kom bi kom ji bo 5 rojan ketine greva birçiebûnê. Li 6 girtîgehen cuda bi giştî 17 jin bi tevahî 76 girtî direva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene. Girtiyên Girtîgeha Edîrne piştî rêveberiyê biryar da ku dê şertên girian biguherîne dest ji grevê berdan