COLEMÊRG - 3 Tabûrên leşkeran ji bo operasyonek nû pêk bînin li li Tumena 3'yemîn a Geverê hatin rawestandin. Tê payîn ku operasyon li gundên Herema Oremarê Talanêzêbê, Eşawitê, Bazê û mintiqa Cîlo pêk bê.
Piştî di 25’ê Adarê de li dijî leşkerên amadekariyên operasyona Çiyayê Îkîyaka ya herêma Oremara dikirin rastî êrîşê hatin, şer pêk hat. Piştî demekê şer bi dawî bû. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li herêma bûyerê gelek leşker hatin kuştin bi ambûlansan cenazeyên leşkeran rakirin. Çavkaniyên heremî anîn ziman ku 3 Tabûrên leşkeran ji bo operasyonek nû li Tumena 3'yemîn a Geverê sekinîne. Çavkaniyan anin ziman ku te payin ku li gundên Herema Oremarê Talanêzêbê, Eşawitê, Bazê û mintiqa Cîlo operasonek nû pêk bînin.