Polîs û leşkeran bi ser mala Ocalan de girt

RIHA - Polîs û leşkeran piştî îro 68'emîn salvegera 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pîrozkirin bi ser mala Ocalan a Amarayê de girtin.

Îro li Gundê Amara yê Xalfetiya Rihayê li mala Ocalan bi tevlêbûna rêveber û nûnerên KCD, HDP, DBP'ê 68'enîn salvegera Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah hat pîrozkirin. Piştî pîrozbahî bi dawî bû, leşker û polîsan bi ser mala Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li gundê Amara ya Rihayê de girtin. Hat zanîn ku leşker û polîsan bi biryara Dozgerê Xalfetiyê bi ser mala Ocalan de girine. Leşkeran li malê lêgerîn kir û polîsên sivîl jî li derve rawestiyan.