ÎZMÎR - Strana HDP’ê ya “Bêjin Na” ya referandumê piştî li gelek bajaran hat qedexekirin, niha li Îzmire ji hat qedexekirin.
Strana HDP'e ya "Bêjin Na" ya referandumê piştî li Wan, Şirnex, Amed, Mûş û Sêrtê hatin qedexekirin, niha jî li Îzmirê hat qedexekirin. Waliyê Îzmirê bi hinceta ev stran gel dike dijminê hev û bandora neyînî li ser aramî û ewlehiyê dike stran qedexekir.
GEL DÊ BERSÎVÊ BIDE
Hevserokê HDP'ê yê Îzmirê Mahfuz Guleryuz, diyar kir ku dewlet û hikûmet ji bilî xwe tehamulî tu tiştî nake û gel dê bersîva vê yekê di roja referandumê de bide. Guleryuz, anî ziman ku çiqas qedexeyan derxin pêşiya wan jî dê hemû qedexeyan pûç bikin û astengiyan derbas bikin û di 16'ê Nisanê de gel dê bersivê bide.