Gel bi coşek mezin Eniya "Na" pêşwazî dike

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya xebatên referandumê de ziyaret û hevditinên gel ên eniya "Na" bajar bi bajar tax bi tax berdewan dike. Gera Eniya "Na" li her derê bi coşek mezin û germ tê pêşwazîkirin, Li Manîsayê Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu, diyar kir ku yên dibêjin "Erê dê deriyê padişahiyê û yên dibêjin "Na" jî dê deriyê demokrasiye li pêş xwe vekirin. Li Wan, Nisêbîn û Colemêrgê jî di pêşengiya KCD, HDP, DBP, HDK TJA de xebat û çalakiyên "Na" pêk anîn.

MANÎSA

Xebatên referandumê yên Eniya Na" li her derê bi coyek mezin tê peşwazîkirin. Eniya "Na" ya di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li herêma Egeyê bi coşek mezin diome. Rêxistina HDP'ê ya Manîsaye li taxa Kazim Karabekirê xwest mîtingê pêk bîne. Lê Waliyê Manisayê destûr neda. Li ser vê yekê li pêş avahiya HDP'ê ya Yunusemre hevdîtina gel pêk anîn. Parlamenterê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, Hevserokê HDP'ê yê Manîsayê Behçet Parilti û gelek kesên din amade bûn. Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu anî ziman ku biryara walî îhlala mafên mirovan û xebatên referandumê ye.
Kurkçu, diyar kir ku yên dibêjin "Erê dê deriyê padişahiyê û yên dibêjin "Na" jî dê deriyê demokrasiye li pêş xwe vekirin. Gel dê daxwaza Erdogan pêk bînin û destûr nedin ku Erdogan bi mirazê xwe şa bibe. Li Manîsayê 105 endamên HDP'ê girtî ne. Maşîna me ya referandumê hatiye desteserkirin. Destûr nadin ku hevalên me belavan belav bikin. Li aliyê din hemû derfetên dewletê ji wan re hatiye seferberkirin. Li Manîsayê HDP'ê 50 hezar deng girt. Divê 50 hezar dengê ku baweriya xwe bi HDP'ê anîne bi bawerî û coşek mezin bixebitin." Kurkçu xwest hemû kesên Na diparêzin Na bi rêxistin bikin.

Li taxa ku hevdîtin pêk hat di ketin û derketina taxê de TOMA û maşîneyên zirxî hatin bicih kirin. Gelek polîsên TEM'ê hatin bi cih kirin.

COLEMÊRG

KCD, HDP; DBP û TJA'yê jî li Colemêrgê xebatên referandumê berdewam kirin. Eniya Na li gundên Navenda Colemêrgê yên wekî Bayê, gundê Gundek , Minyaniş, Gêman û Deştan yên Çelê geriyan û xebatên "Na" meşandin. Heyeta KCD, HDP DBP TJA'yê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin.

Parlamenter endam û rêveberên HDP û DBP'ê jî li Navenda Colemergê esnaf ziyaret kirin.

WAN

Li Wanê jî xebatên referandumê yên HDP'ê bi standan berdewam kir. Li 9 qadên cuda stantên referandumê hatin vekirin. Standên HDP'ê rastî eleqeyek mezin hatin.

Rêveber û parlamenterên HDP'ê jî li Erdîşa Wanê Odeya Bazirganiyê Odeya Ajokaran, Odeya Komirvanan û esnaf ziyaret kir.

NISÊBÎN

Rêvebirên HDP, DBP û endamên TJA'yê ji bo hilbijartita referandûmê çûn serdana esnafên Nisêbînê. Di çarçoveya xebatên referandumê de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, rêvebirên HDP, DBP û aktivîstên TJA'yê çûn serdana dikandaran. Di serdanê de aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokan bi dikandaran re axivî û sedema "Na"yê vegot. Di serdana ku dikandar û welatiyan eleqeyek mezin nîşan dan de belavok jî hatin belavkirin.