AMED- Li ser qedexeya navçeya Sûrê salek derbas bû, malbatên ku zarok û xizmên xwe windakirin li dijî qedexeyê îsyan dikin. Malbat dixwazin ax û kolanên ku zarokên wan bêhna xwe ya dawî dane bibînin.
Li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê yên navçeya Sûrê ya Amedê di 28'ê mijdara 2015'an de qedexeya ku hat îlankirin ligel ku salek derbas bû jî li gelek cihan berdewam dike. Li hemberî qedexeya li Sûrê malbatên ku zarok û xizmên xwe winda kirin aciz in. Malbatên ku dixwazin qedexe bê rakirin wiha gotin: "Li Tirkiyeyê de di salakî de gelek tişt hate guhertin. Serokwezîr hat guhertin, Wezîrê Karên Hundir hat guhertin lê xirakirina Sûrê û qedexe nehat guhertin."
Cenazeyê Rozerîn Çukur a ku wêneyên Sûrê bi kadraja xwe ve kişandibû û li wan kolanan jiyana xwe ji dest da piştî helwdanên malbatê 5 meh derbas bû hat dayîn û li gundê Herîdan a navçeya Pîranê hat definkirin.
'ZAROKAN JÎ KAL Û PÎRAN JÎ LI BER XWE DAN'
Bavê Rozerîn Çukur, Mustafa Çukur diyar kir ku li Sûrê berxwedaneke ku bi rojan berdewam kir hebû û bi milyonan kes jî bûn şahidê vê berxwedanê, wekî Rozerîn Çukur ji aliyê leşker û polîsan ve gelek sivîl jî hatin kuştin. Çukur destnîşan kir ku têkoşîna li Sûrê tenê têkoşînekî çekdarî nebû, barîqat li dijî neheqiyan hatibûn danîn li pişt barîqatan mirovên sivîl ên taxan hebûn, ew jî ji bo mal, tax û xwe biparêzin hatibûn danîn. Çukur destnîşan kir ku di berxwedana Sûrê de zarokê 2 salî jî hebû kal û pîrên 70 salî jî û wiha axivî: "Wan mirovan ne li dijî dewletê, li dijî çeteyên dewletê li ber xwe dan."
'KIRYARÊN ROBOSKÊ LI SÛRÊ BÛ'
çukur anî ziman ku yên ku fermana qatlîama Roboskê dan li Sûrê jî li pey qatlîamê bûn, yên ku ji bo Roboskê hesab nedan li Sûrê qatlîam pêk anîn û li ser vê jî hewl dan ku bigirin. Çukur bilêv kir ku cenazeyên zarokên wan 300 metre durî wan bû, dewletê li ser cenazeyan ew jî ceza kirine.
'LI PIŞT PERDEYAN ZAROKÊN ME HEBÛN'
Çukur wiha berdewam kir: "li ser qedexeya Sûrê salek derbas bû û hê jî qedexe heye. Mal û kolan bi makîneyên kar hatin xirakirin. Perdeyan lê dikin û qirejiyên ku hatine kirin tên veşartin. Li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û li gelek cihan qedexe hat îlankirin. Lê Sûr cihekî cuda bû. Bi tunekirina Sûrê ve xwestin ku dilê Amedê jî derxînin. Me qedexeya li Sûrê û tiştên li wir qewimîn li Meclîsa Fransayê da rûyên wan. Ligel ku Ewropayê dizanibû jî ev tişt nedîti ve hatin. Me xwest ji bo Sûrê her tiştî bikin. Qedexe hê jî didome, mirov hê jî wekî roja yeke tune tên hesibandin."
Dayika Rozerîn Çukur, Hayriye Çukur jî wiha axivî: "Li Sûrê heta ku qedexe neyê rakirin tê wateya berdewamkirina qatlîamê. Rozerînan hê jî qetil dikin. Me ev zilm dît, 5 mehan zarok nedan dayike û cenazeyê wê li kolanan hat hiştin. Ez dipirsim ma qet dilê we neêşiya. Li taxa me, kolana me zarokên me hatin qetilkirin. Me li Enqere, Stenbolê şer nekir, barîqat daneynî. Me li ber malên xwe danî. Em bi salan e li ser vê axê ne û em ê neçin cihekî jî."
Çukur got ku dê ev ax azad be û xwest ku zilm bi dawî bibe qedexe bê rakirin.
ÇEKÊN GIRAN HATIN BIKARANÎN
Cenazeyê Mesût Sevîktek ê di 23'yê kanûna 2015'an de hat qetilkirin û demeke dirêj nedabûn malbatê piştî ku malbat ketin greva birçîbûnê 28 roj derbas bû cenaze dan malbatê. Cenaze di 22'ê çileyê de li Goristana Yenîkoyê hat definkirin. Bİrayê Sevîktek, Îhsan Sevîktek jî anî ziman ku çekên giran ên ku di şerê di navbera 2 welatan de tê bikaranin li dijî ciwanan hat bikaranîn.
Sevîktek wiha berdewam kir: "Mal, kargeh, malbat, her tiştên me li Sûrê bû. Hêj qedexe heye. Kurdistan di bin dorpêçê de ye. Welatek bi vî rengî nayê birêvebirin. Davutoglu serokwezîr bû ew çû Bînalî Yildirim hat, Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala çû, Suleyman Soylu hat. Ên ku çûn û hatin pir bûn lê zilm ji bo heman bû. Li Sûrê navê qatlîamê neguherî. Lê em dizanin ku navê berxwedanê wekî roja yekem zindî ye. Mesut û yên din li cihekî dur jiyana xwe dest nedan li kolan û li ber kargehên xwe hatin kuştin. Birayê min Mesut di 90'an de ji gundê Zengasor a Licê ji ber zilma dewletê hat Sûrê lê xwestin wî ji Sûrê sirgun bikin. Mesût neçû li ber xwe da. Ev qedexe dê rojekî rabe."
'KURÊ MIN 5 DEQÎQE DÛRÎ MIN BÛ LÊ...'
Malbata Morgul a li kolana Uçok a li cem mizgefta Kurşunluyê rûdinştin jî piştî qedexeyê bi zorê ji mal xwe hatin derxistin. Cihat Morgul ê 14 salî xwendekarê dibistana navîn bû jî hate kuştin. Ligel temenê xwe yê biçûk piştî qedexeyê ji Sûrê derneket. Cenazeyê wî piştî 103 rojan hate wergirtin û li Goristana Yenîkoyê hat definkirin. Kadriye Morgul got ku Cihatê wê 5 deqîqe dûrî wê bûye lê nekariye biçe bîne.
Morgul jî got ku li Sûrê ev salek e qedexe didome û nikare biçe mala xwe. Morgul wiha axivî: "Em ji Sûrê derxistin. Bîranînên me jî şewitandin. Cihê mala me niha arseyekî vala ye. Bîranînên me jî parçe kirin. Têrê nekin bi kamyonan avêtin çemê Dicleyê. Ez li bendê me ku li kolanên ku cihat hat kuştin qedexe bê rakirin."