Li Agiriyê, dildarên 'Na'yê bêwestan dibezin

AGIRÎ - Li Agiriyê dildarên "Na"yê bêyî ku guh bidin astengiyan, gund bi gund, tax bi tax digerin û "Na"yê vedibêjin.

Li Agiriyê her ku referandûm nêz dibe, dildarên "Na"yê bi ruhekî seferberî xebatên xwe didomînin. Dildarên ku bêyî guh bidin sermayê, baran û heriyê şeveqê zû berê xwe didin avahiya HDP'a bajêr û gund bi gund, tax bi tax digerin û "Na"yê vedibêjin. Ji bo girîngiya "Na"yê ji gel re vebêjin gelek dayik zarokên xwe teslîmî cîranan dikin, gelek xwendekarên zanîngehê dev ji dersên xwe berdidin, gelek karkerên înşeatê naçin ser karê xwe, gelek cotkar naçin ser erdê xwe û her wiha gelek karmend jî bi dildariyî daxilî kampanyaya "Na"yê dibin û bi awayekî fedekarî xebatan bi rê ve dibin.

‘VEGOTINA 'NA'YÊ MESELEYEKE WIJDANÎ YE'

Ji dildarên "Na"yê Yeliz Karaslan a kebaniya malê ye, anî ziman ku ji bo gel vegotina girîngiya "Na"yê meseleyek wijdanî ye û wiha axivî: "Gotina 'Na' û ji bo gel bibêje 'Na', ji bo min peywir û berpirsiyariyek e. Wek jinekê ji bo pêşeroja vî welatî tişta dikeve ser milê min dikim. Ji bo hayê jinan pê bixim, mal bi mal digerim ji bo çi divê 'Na' bê gotin vedibêjim. Em neheqiyên hatine kirin ji gel re vedibêjin."

5 ZAROKÊN XWE EMNAETÎ CÎRANA XWE DIKE Û DAXILÎ XEBATAN DIBE

Dildara bi navê Hesibe Çarbag a 45 salî jî, 5 zarokên xwe teslîmî cîrana xwe dike û ji bo xebatan diçe avahiya HDP'ê. Çarbag wiha axivî: "Zarokên xwe dihêlim û her sibeh dikevim rê. Ez li kuçe û gundan ji bo 'Na'yê dixebitim. Wê kêliyê nayê bîra min ku zarokên min tî an jî birçî ne. Çimkî li vî welatî her roj xwîn diherike û şer heye. Ji bo pêşeroja wan, ji bo rojekê ew jî neyên qetilkirin dixebitim." Çarbag a dema sedemên nayê vedibêje çavên wê tije dibin wiha got: "Li ser jinên me, zarokên me û gelê me bi salan zilmek heye. Li ser Rêberê me tecrîd heye. Bi sedan mirovên me li zindanan dîl hatine girtin. Cizîrê şewitandin, rûxandin. Ji ber vê dibêjim 'Na, Na, Na'."

'BAWER DIKIM EM Ê CAREKE DIN JÎ WAN NOQÎ SINDOQAN BIKIN'

Dayika 11 zarokan Naile Bariş jî, hilbijartinên hermî yên li agiriyê gelek caran dubare dubare hatin çêkirin bi bîr xist û wiha axivî: "Li Agiriyê gelek caran sindoq hejmartin. Her tim em bi ser ketin. Wisa bawer dikim em ê dîsa wan noqî sindoqan bikin. Ji ber vê ye ku her sibehê ji mala xwe derdikevim û saet di 9'ê êvarî de vedigerim malê. Niha bi zarokên xwe, bi mala xwe re eleqedar nabim. Ji bo jin ji feraset û pergala serdestiya mêr rizgar bibin dixebitim."

LI GEL LINGÊ XWE YÊ BERASTENG JÎ DAXILÎ XEBATÊN 'NA'YÊ DIBE

Ali Çeper ê 49 salî, di destekî wî de gopalê wî û di destê wî yên din de jî broşur hene û ji bo bigihîje hevalên xwe her tim dilezîne. Her wiha Çeper, ji bo debara xwe li ser înşeatan dixebite. Çeper, beriya niha bi 8 mehan ji înşeatê dikeve û seqet dibe. Çeper wiha axivî: "Li gel seqetbûna lingê xwe jî ji bo 'Na'yê, ji bo azadiya me kurdan dixebitim. Divê êdî her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Kesên birûmet, xwedî şeref divê ji bo cîhanê, ji bo pêşeroja Tirkiyeyê, ji bo pêşeroja mirovahiyê bibêjin 'Na'. Divê em dest bidin hevdu û bi hev re bibêjin 'Na'."