Hevalên Bûldanê behsa wê kirin: Bi sekna xwe hêz dida

AMED - Hevalên rojnameger Evîn Buldan a ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da, behsa wê kirin û diyar kirin ku Buldan hevaleke zaf bi coş û heycan bû. Hevalên wê anîn ziman ku, roja Buldanê jiyana xwe ji dest da, "Komcivîna Jin û Parastinê" a li Kobaniyê hat lidarxistin kiribû manşet.

Mirina Edîtora Rojnameya Rojeva Medyayê Evin Buldan a bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest da, li civaka çapemeniya azad bû cihê xemgîniyê. Hevalên Evîn, mirina wê qebûl nakin û anîn ziman ku, ew ê tim û tim wê bi rûkeniya wê bi bîr bînin. Li Rojnameya Rojeva Medyayê, hevalên wê li ser maseya li eywanê wêneyê Evînê yê "Em te ji bîr nakin" nivîsandî raxistine û bi find û qurnefîlan wê bi bîr tînin. Her wiha li buroya rojnameyê gelek wêneyên Evîn ên cuda hatine daliqandin û hevalên wê li ekranên kompîturên xwe wêneyên wê bi cih kirine. Kompîtura Evînê ya li ser dixebitî jî bi qurnefîlan hatiye xemilandin û niha vala ye. Her wiha li ser kompîtura wê jî, wêneyê Rojanmeger Nûjiyan Erhan a di 3'ê Adarê de ji aliyê PDK'ê ve li Şengalê hat birîndarkirin û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da heye.

‘JI BO DENGÊ KURDAN RAGIHÎNE BÛ ROJNAMEGER'

Evin di sala 1990'î de li Gevera Colemêrgê hatiye dinyayê. Lê belê ji ber zilm û zordariya dewletê, dema 4 salî bûye malbata wê neçar dimîne ku koçî Kampa Mexmûrê bike. Ji ber di temenekî biçûk de dibe şahidê zilm û zordariya dewletê, berê xwe dide zimanê xwe û ji bo vê têdikoşe. Ji bo rastiya li her çarperçeyê Kurdistanê ragihîne gel û cîhanê, Evîn bû rojnameger.

ROJA KU MIR BERXWEDANA JINÊ KIRIBÛ MANŞET

Evin, li rûpela jinê ya rojnameyê dinihêrî. Her wiha roja ku mir li Kantona Kobaniyê ya Rojavayê bi beşdarbûyîna 16 hêzên leşkerî ya jinan "Komcivîna Jin û Parastinê" hat lidarxistin û Evînê pêşniyar dike ku ew komcivînê li manşetê bi cih bikin. Hevalên wê yên xebatê, anîn ziman ku komcivîna li Kobaniyê heycaneke zêde li gel wê peyde kiribû.

‘ZAF JI OCALAN HEZ DIKIR'

Rûpelsazê rojnameyê Ferah Kiliç, anî ziman ku ew nêzî 7 salan e Evînê nas dike û got, ew pir li ber mirina wê ketine. Kiliç, dest nîşan kir ku yek ji taybetmendiya herî berbiçav a Evînê ew bû ku, zaf bi coş û rûken bû. Kiliç wiha domand: "Min tu carî wê xemsar nedît. Belê, xemgîn dibû, lê tu carî vê xemgîniya xwe li cem hevalên xwe nedida der. Qabîleyeta wê ya şîrovekirin û hêza wê nîqaşkirinê zêde bû. Di warê rêxistinbûyînê de jineke zaf hêzdar bû. Hudnurê wê û derveyî wî heman tişt bû. Dema em dibên Evîn, em dikarin gelek tiştan rêz bikin. Hevaltiya wê, dostaniya wê, rêxistinbûyîna wê, sekna wê û bi taybetî jî hezkirina wê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bîrdoziyê zaf zêde bû. Di vê bîrdoziyê de xwe bi pêş ve dibir û bi hevalên xwe re parve dikir. Hêzeke wê ya muthîş a xwedîderketinê hebû."

Kiliç, anî ziman ku çûyîna bêwext a Evînê ew zaf xemgîn kiriye û wiha behsa axaftina xwe û wê ya dawîn kir: "Roja ku mir, dema min rûpela wê vesaz dikir got, 'Bila rûpeleke qeşeng be.' Her tim vê gotinê bi kar dianî. Lê wê rojê bi heycan ev gotin got. Li Kobaniyê komcivîna jinan hebû. Ji ber vê heycaneke wê ya zêde hebû û girîngî pê dianî. Li Kobaniyê cara ewil jin hatin gel hev û ev heycan li cem Evînê dihat hîskirin. Te digot qey Evînê jî li wir e û di nav wan jinan de ye. Evînê encama komcivînê nedît, lê bila çavê wê li paş nemîne. Em soz didin ku em ê bi heycana wê bişopînin û em ê pênûsa wê her binivîsînin."

‘BI SEKNA XWE HÊZÊ DIDA DER'

Ji edîtorên beşa kurmancî yên rojnameyê Bişar Durgut jî, anî ziman ku ji roja ku li Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin dest bi akr kir heta niha samîmiyeteke wê ya zêde hebû û wiha domand: "Bêguman hemû heval nêzîk bûn. Lê ya Evînê cuda bû. Di fealiyetên rojnamgeriyê de bi kena xwe û fikra xwe hevaleke cuda bû. Dema min nû li rojnameyê dest bi kar kir, Evînê ji bo hatine min her hewl dida. Pêwendîdanîna wê zaf baş bû. Helbet kêmaniyên hemû hevalên ku nû dest pê dikin heye, lê ya girîng ew e ku mirov van kêmaniyan rast şîrove bike û esas bigire. Evîn sekna xwe, bi şêweya xwe van kêmaniyan bi zimanekî nerm û bi rûkenî vedigot û hêz dida mirovan. Li nêvenga kar tenê hevaltiya nêvengî tune ye, hevaltiyeke rasteqîn heye. Niha dema ez behsa wê dikim, zaf ditengijim. Zehmet e ku mirov hînî tunebûyîna wê bibe."

‘PIR ZEHMET E KU MIROV BEHSA EVÎNÊ BIKE'

Ji edîtorên kirmnackî Nevin Alkan jî têkildarî Evînê wiha got: "Vegotina hin mirovan pir zehmet e. Yek ji wana jî Evîn e. Dê tim wek jineke bimorl û rêxistinbûyî di bîra min de bimîne. Miroveke taybet bû vê dida der."

‘FEDAKAR BÛ’

Ji edîtorên beşa kirmanckî ya Rojeva Medyayê Emrah Kelekçier diyar kir ku, ew 2 sal e Evînê nas dike û got, hevaleke fedakar û bi heycan bû. Kelekçier, anî ziman ku karê xwe yê rojnamegeriyê bi heycaneke zêde dikir û li gel hemû çewisandin û pêkûtiyan jî dev ji karê xwe bernedida. Kelekçier, dest nîşan kir ku rojnamegerî karekî fedakariyê ye û got, Evînê bi awayekî herî baş vê dikir û dema kareke hebûna ewil xwe pêşniyar dikir.

‘JI DIL ROJNAMGERÎ DIKIR'

Kelekçier wiha axivî: “Her tim rûken bû. Tim moral dida me. Min bawerî mirina wê nekir. Zaf bi min zor hat. Roja ku dê bimire, min û wê zaf bi hev re henek dikir. Mirineke zû bû. Em ê pênûsa wê li erdê nehêlin. Em ê rojnamgeriya wê ya ji bendika dil dikir bidomînin. Dê her tim Evîn ji bo me pêşeng be. Dê her tim hêleke me kêm be."

‘KOMCIVÎNA JINAN JI BO MANŞETÊ PÊŞNIYAR KIR'

Kelekçier, diyar kir ku Evînê tu carî qetilkirina rojnamegeran hezm nedikir û li hemberî vê bêtir xwedî li karê xwe derdiket. Kelekçier wiha axivî: "Roja ku dê Evînê bimire, konferansa jinan a li Rojavayê dişopand. Zaf bi heycan bû. Di civîna me ya manşetê de, pêşniyara wê komcivîna jinan a li Rojavayê bû. Gotibû, ev li cîhanê yekemîn car tê lidarxistin û jinên kurd pêşengiya wê dikin. Ji bo komcivînê zaf bi heycan bû."