Paytexta turîzmê Antalyayê dibêje 'Na'

ANTALYA - Li Antalyaya ku turîzm tarûmar bûye, hemû hêvî ew e ku di referandûmê de "Na" derkeve. Li bajarê ku niha li ber îflasê ye, hedef ji sedî 60 e.

Li paytexta turîzmê Antalyayê ya ku ji ber polîtîkayên derve turîzma wê tarûmar bûye, hemû hêvî ew e ku di referandûmê de "Na" derkve.

Li Antalyayê, sala çûyîn gelek otelan îflas kir û li gel esnafên biçûk gelek bazirgan deriyên kargehên xwe qefilandin. Antalyayiyan anî ziman ku ew ê di referandûmê de hesabê vê bipirsin. Kesên li qehwexaneyên ku ji betalan xalî nabe, li kuçe û kolanan, li wesayîtên gihaniyê û kargehan xebatên "Na"yê bi rê ve dibin, dibêjin ew li bendê ne ku di referandûmê ji sedî 60 "Na" derkeve.

‘KARKERÊN TURÎZMÊ DIBÊJIN 'NA''

Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Turîzma Devrîmê (Dev Turîzm-Îş) Mustafa Safet Yahyaoglu, anî ziman ku karkerên turîzmê ji rewşa heyî nerihet in û got, der barê referandûmê de gel bi awayekî rast nayê agahdarkirin. Yahyaoglu wiha domand: "Halbûkî tiştên ku ev referandûm wan dide nîqaşkirin aşkere ne; dê hemû raye li ber destekî kom bibin, dê veqetana hêzan bidome yan, dê serxwebûna darazaê pêk bê yan? Mixabin piranî jê dûrî vê nîqaşê ne û her kesê ku hay ji vê heye dê dengê 'Na'yê bi kar bîne. Lê em vê dizanin, heke 'Erê' derkeve, dê karker bedêlên girantir bidin."

'EM JI BO KEDA XWE DIBÊJIN 'NA''

Yahyaoglu, dest nîşan kir ku pergala ku dixwazin bînin dîktatorî ye û wiha domand: "Bi pergala serokatiyê qanûna karkerên bikirê, Buroyên Îstihdama Taybet, karkeriya taşeronî berbelav dibe. Dê serdemeke ku mirovan bêtir ber bi xebatên qismî bibin, dê bi heqdestên ku di biniya sînorê birçîbûnê de bidin xebitandin dest pê bike."

Serokê Komeleya Elewîyan a Tahtacilarê Musa Demir jî, balê kişand ser dewlemeniya baweriyan a bajêr û bi bîr xist ku, bi çewisandin û astengiyan dixwazin çanda elewîtiyê tune bikin. Demir, dest nîşan kir ku guherandinên dixwazin bi vê referandûmê re bikin xîtabî wan nakin û got, dê elewî di referandûmê de bibêjin "Na". Demir wiha axivî: Televîzyon û rojnameyên aîdî elewiyan hatin girtin. Helbet em ê li dijî her cure bişavtin û çewisandinan bibêjin 'Na'."

RÛM DIBÊJIN 'NA'

Rûmên ku li gundê Karakoyê yê girêdayî navçeya Elmaliyê dijîn û her diçe hejmara wan kêm dibe jî, diyar kirin ku ew dibêjin "Na". Murat Boyrukçu yê anî ziman ku ew rûm e, dest nîşan kir ku ew naxwazin pergala yekzilamiyê bê û got, ew ê bibêjin "Na". Ramazan Eroglu jî got, ji bo qiraltî neyê welat ew ê bibêje "Na". Muhittin Tufan, bi bîr xist ku ji xwe 15 sal e hikûmet bi tena serê xwe welat bi rê ve dibe û got, wam heta niha nedîtiye ku ev îktîdar ji bo gelan tiştek kiriye.

JIN DIBÊJIN 'NA'

Aktivîsta Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Antalyayê Safiye Papila, dest nîşan kir ku şidet û cinayetên li dijî jinan zêde bûne û got, ev hemû ji ber hikûmetê ne. Papila wiha axivî: "Ji o dawî li mirina jinan bê û ji bo em cinayetên jinan rawestînin em dibêjin 'Na'. Ji bo jin li kuçeyan bi rihetî bigerin û ji bo azadiya jinan em ê bibêjin 'Na'."