REQA- Şervana tirkmen Silava Minbic a di dema rizgarkirina Minbicê de ji esareta DAIŞ'ê rizgar bû, diyar kir ku ew ber bi Tebqayê ve diçin û wiha got: "Li Reqayê bi sedan jinên tirkmen di dest DAIŞ'ê de ne. Piraniya wan hatin qetilkirin. Gelek jê jî li bazarên koleyan hatin firotin. Li dijî vê min nikaribû xwe li bêdengiyê daniyana."
Meşa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a ber bi Tebqayê ve di roja 16'emîn de ye. Li her du aliyên Çemê Firatê jî pevçûnên di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de her diçe dijwar dibin. Şervan ji her du milan ve jî ber bi Bendava tebqayê ve çûne û nahêlin çeteyên DAIŞ'ê xwe tev jî bidin. Di oeprasyonê de ji her herêmên Sûriyeyê şervan hene û li gel vê gelek şervanên jin ên ereb, kurd û tirkmen ên ji esareta DAIŞ'ê rizgar bûne jî di operasyonê de cih girtine.
BI RIZGARKIRINA MINBICÊ RE JI NÛ VE HATIM DINÊ
Yek ji wan jinên şervan jî Silava Minbic e. Minbic, sala çûyîn dema Minbic hat azadkirin tevlî refên QSD'ê dibe. Minbic, diyar kir ku ew 3 salan di nav destê çeteyan de dîlgirtî mabû û got, piştî bajar hat rizgarkirin rasterast ew tevlî şervanan bûye. Minbic, diyar kir ku piştî ew tevlî QSD'ê bûye perwerdehiya leşkerî dîtiye û wiha axivî: "Ez ji tirkmenên Minbicê me. Destkeftiyeke mezin e ku tevlî QSD'ê bûm. Wek tê zanîn yek ji binkeya leşkerî ya herî mezin Minbic bû. Ji dest wan stendina bajêr û rizgarkirina ji wê zilmê, wek ji nû ve hatibim dinê ye."
Minbic, anî ziman ku hîn jî şopên DAIŞ'ê li Minbicê hene û got, dê hêdî hêdî ew ji ber çavên civakê bên paqijkirin. Minbic, ragihand ku ev jî girêdayî veguherandina civakê ye û got, ev ji bo azadiya xaka wan bûye hêviyeke mezin.
'LI DIJÎ PÊKANÎNÊN LI REQAYÊ MIN NIKARIBÛ XWE LI BÊDENGIYÊ DEYNE'
Minbic, anî ziman ku niha ew beşdarî operasyona Reqayê bûye û got, DAIŞ'ê bi dagirkirina xakên Sûriyeyê bi hezaran jinên ereb, kurd û tirkmen dîl girtine. Minbic, diyar kir ku ew jî yek ji wana bû û wiha domand: "Piştî ez ji DAIŞ'ê rizgar bûm, min biryar da ku ez ê bibim şervan. Ji bo dawî li vê êş û zilma ku DAIŞ'ê tîne serê gelê me bînim min ev tercîh kir. Li Reqayê bi sedan jinên tirkmen di dest DAIŞ'ê de ne. Piraniya wan hatin qetilkirin. Gelek jê jî li bazarên koleyan hatin firotin. Li dijî vê min nikaribû xwe li bêdengiyê daniyana."
BI RUHÊ QEDÎM Ê SÛRIYEYÊ...
Minbic, dest nîşan kir ku wê ji nû ve bêhn stendiye û firsenda jiyaneke azad ketiye destê wê û got, ew deyndarê wan lehengên ku Minbicê rizgarkirine. Minbic, anî ziman ku di nav gelên qedîm ên Sûriyeyê de yekîtiyek çêbûye û got, ev di bin banê QSD'ê de çêbûye. Minbic, diyar kir ku ev ruh bûye hêviya her kesî û wiha domand: "Niha ez vê peywirê dikim. Em ber bi Tebqayê ve diçin. Çawa ku Minbic hat rizgarkirin, em ê Tebqayê jî azad bikin. Heta ev zilm biqede ez ê bi çeteyên DAIŞ'ê re şer bikim. Ez vê ji bo jinên dîlgirtî wek peywirekê dibînim. Em ê vê zilma li wan tê kirin, ji çeteyan re nehêlin. Bila gelê me bi me bawer be û li benda me be. Em ê di demeke herî kurt de wan ji vê îletê xelas bikin."