‘Ev ne referandûm e, plebîsît e'

ÊLIH - Sekretera Şaxa Odeya Mîmarên TMOBB'ê ya Buyukkenta Stenbolê Mucella Yapici, dest nîşan kir ku dê gel bi tirs û endîşe di nêvengeke bêedalet ya propagandayê de ber bi dengdayînê ve biçe. Yapici wiha got: "Ji xwe em di televîzyonan de tenê kesên dibêjin 'Erê' dibînin."

Sekretera Giştî ya Odeya Mîmarên Stenbolê Mucella Yapici ya di dema berxwedana Geziyê de her tim li pêş bû, dest nîşan kir ku dengdayîna ku dê di 16'ê Nîsanê de bê kirin, ne referandûm e. Yapici wiha got: "Ev ne referandûm e, ev plebîsît e. Cudahiya di navbera referandûm û plebîsîtê de, di warê demokratîk de derdikeve holê. Heke referandûm bi awayekî rasteqîn bê bikaranîn, usûleke rast e; gel kartêker e, kirde ye û ji serî heta dawî beşdarş pêvajoya biraystendinê dibe. Plebîsît jî, usûleke antî-demokratîk e; gel kartêbû ye, bireser e; tenê di dawiya pêvajoya biryarstendinê de cih digire."

Yapici, anî ziman ku dema madeyên di pakêta Qanûna Bingehîn de tên raçavkirin aşkere dibe ku dê hemû raue têkevin destê kesekî tenê û wiha axivî: "Em dibînin ku rayeya qanûnçêkirin, birêvebirin û darazê dikeve destê Serokomar. Piştî sala 1808'an heta niha ev raye neketiye destê kesekî. Dê ev Qanûna Bingehîn kesê bibe serokê, ji padişahên Osmanî doktatortir bike. Di serî de ji bo parastina Recep Tayyip Erdohan ez ji vê Qanûna Bingehîn re dibêjim 'Na'."

‘HENEKÊN XWE BI AQILÊ MIROVÊN VAN DERAN DIKIN'

Yapici, diyar kir ku ew li erdnîgariya Anatolyayê ya ku çandên ewil lê şax vedane dimînin û li dijî propagandaya îktîdarê bertek nîşan da û wiha got: "Wisa difikirim ku henekên xwe bi aqilê mirovên vir dikin. Ev jî min nerihet dike û ez ji vê re jî dibêjim 'Na'. Vegotina 'Heke serokatî bê dê dawî li duserîbûnê bê' ne rast e. Ji roja ku Qanûna Bingehîn çêbûye qanûnçêkirin, birêvebirin û daraz ji hev cuda û serbixwe ne. Di hemû demokrasiyên cîhanê de ev wisa ye. Navê vê ne duserîbûn filan û bêvan e."

‘TUNEKIRINA HESKÎFÊ AWAYÊ BELORÎBÛNA 'NA'YÊ YE'

Yapici, anî ziman ku Heskîf yek ji wan heyînên çandî yên girîng ên cîhanê ye û wiha axivî: Dema mirov dibê mîrate tiştekî ku dê ji aliyê îktîdaran ve bê xwarin tê bîra mirov, ji ber vê Heskîf heyîneke çandî ye. Ji dêvla bê parastin, hebayî bendaveke ku dê 50 salî li ser piya nesekine tê kirin. Gelek riyên alternatîf ên bi destxistina enerjiyê hene. Mebesta sereke ya Bendava Ilisûyê ne bidestxistina enerjiyê ye. Ji bo hin hesabên din tê çêkirin. Tunekirina Heskîfê awayekî belorîbûnî yê 'Na'yê ye. Heke em welat radestî destê kesekî tenê bikin, ku daxwaza sermayeyê jî ev e, dê gelek Heskîf bên windakirin. Lê têkoşîna ji bo Heskîfê neqediyaye. Divê ji bo Heskîfê 'Na' bên zêdekirin û piştî 16'ê Nîsanê divê em ji bo Heskîfê bitêkoşin."

'EM BER BI HILBIJARTINEKE ANTÎDEMOKRATÎK VE DIÇIN'

Yapici, bi bîr xist ku ew di şert û mercên Rewşa Awarte (OHAL) de ber bi referandûmê ve diçin û wiha domand: "Gel bi tirs û endîşe di nêvengeke bêedalet ya propagandayê de ber bi dengdayînê ve diçe. Ji xwe em di televîzyonan de tenê kesên dibêjin 'Erê' dibînin. Ji dêvla Serokomar bêalî tevbigere, lê em dibînin ku li her derî bi wêneyên wî afîşên 'Erê' tên daliqandin. Bi vî awayî me ber bi hilbijartineke antî-demokratîk ve dibin. Ez ji vê re dibêjim 'Na'."

Mahmut Ruvanas - dîhaber