'Dewlet sûcdarên îstismara zayendî diparêze'

MÊRDÎN - Endama Egîtîm Sen'ê Aslihan Sezer, li dijî îstismarkirina 35 zarokên li Dêrikê bertek nîşan da. Sezer, diyar kir ku dewlet jin û zarokan naparêze û wiha got: "Ji dêvla ku dewlet li dijî îstismara zayendî tevdîran bigire, îstismarkaran diparêze."

Li Dibistana Navîn a Gundê Kevirşînê ya Dêrika Mêrdînê, xedemeyê dibistanê M.Ş.Y. 35 xwendekar îstismar kiribûn. Li dijî vê îstismara zayendî her diçe bertek zêde dibin. Endama Şaxa Egîtîm Sen'a Mêrdînê mamsote Aslihan Sezer a bi KHK'ê hat îxrackirin li dijî vê bertek nîşan da û wiha got: "Ji dêvla ku dewlet li dijî îstismara zayendî tevdîran bigire, îstismarkaran diparêze."

TIRKIYE DI SÛCDARIYA ÎSTISMARA ZAYENDÎ DE DI RÊZA YEKEMÎN DE YE

Sezer, anî ziman ku Tirkiye di warê sûcdariya îstismara zayendî de di rêza yekemîn de ye û got, ji sedî 46 jî zarok tên îstismarkirin. Sezer wiha axivî: "Li dibistaneke navîn a Dêrikê bûyerek qewimî. Malbat îdia dikin ku xedemeyê dibistanê 35 xwendekar îstismar kirine. Piştî vê bûyerê gef li mamosteyan hatiye xwarin, da bûyer di çapemeniyê de dernekeve. Sûcên îstismarkirina zayendî tên kirin, zarok û malbat tên mexdûrkirin. Bi ser de ji bo bûyer neyê bihîstin gef li malbat û mamosteyan tên xwarin. Halbûkû divê bûyer bê bihîstan û sûcdar bên cezakirin."

‘QANÛN TEŞWÎQ DIKIN'

Sezer, dest nîşan kir ku di saleke dawî de li Mêrdînê bûyerên bi vî rengî diqewimin û got, berpirsiyar tên parastin. Sezer, anî ziman ku ji ber kesên îstismarkar nayên darizandin, bûyerên bi vî rengî zêde dibin û wiha axivî: "Ji dêvla ku dewlet li dijî îstismara zayendî tevdîran bigire, îstismarkaran diparêze. Bi qanûnên derdixe re hema bêje tiştên wisa teşwîq dike. Mixabin dewlet zarokan naparêze, jinan naparêze. Tenê sûcdaran diparêze û teşwîq dike. Ji ber vê ye ku li Tirkiyeyê tevdîra îstismarên zayendî nayên girtin. Em ê wek jinan şopdarê vê bin. Em ê hewl bidin ku zarokên xwe ji dewletê, ji kesên ku dewlet wan diparêze dûr bixin. Heke zarokên me rastî tiştekî wisa tên, divê ji dêvla bêdengiyê û ji dêvla qebûlkirina wek çarenûsê, divê em ji kesên zanyar re vebêjin û tiştên wisa îfşa bikin."

'TU BIWELIDÎNE, DÊ DEWLET LÊ BINIHÊRE'

Sezer, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê sûcên îstismara zayendî veguherîne rewşeke sîstematîk û vegotina rauedarên dewletê ya "Tu biwelidîne, dê dewlet lê binihêre" bi bîr xist û wiha got: "Qanûnên ku piştevaniya van sûcan dikin derdixin. Ev ji bû feraseta nêrza û îstismarkariyê re dibe destek û niha jî didome. Mirov ji qanûnan hêzan digirin û bê fedî û şer tiştên wisa dikin. Hûn nikarin biryara vê bidin. Divê daxuyaniyên tên dayîn li dijî tecawizkaran bin."

‘PARASTINA ÎSTISMARKARA BÊEXLAQÎ YE'

Dayika bi navê Aynur Şimdi jî, anî ziman ku êdî ew bi tirs zarokên xwe dişîne dibistanê û li dijî necezakirina kesên îstismarkar bertek nîşan da. Şîmdî bang li raya giştî kir, da li dijî vê bertek nîşan bidin û wiha axivî: "Ji ber dewlet cezayê giran nade mirovên wisa, sûcên îstismara zayendî zêde dibin. Li gundê Kevirşînê ev kes ji aliyê cendirmeyan û cerdevanan tê parastin. Ev bêexlaqî ye."