MÛGLA - Li Tirkiyeyê yek ji santralên termîkê yên herî mezin li Yataganê ye, ku talûkeya mirinê dide der. Ji niştecihên gundê Tûrgûtlarê Tayibe Demirel a 61 salî, mal bi mal digere û ji niştecihên gund re talûkeya Santrala Termîkê ya Yataganê vedibêje.
Li navçeya Yataganê ya Mûglayê di 20'ê Mijdara 1982'yan de 5'emîn santrala termîkê ya mezin a Tirkiyeyê hat çêkirin. Santrala Termîkê ya Yataganê, xwedî hêzeke 630 MW'yê ye. Ji ber talûkeya mirinê dide der, Tayibe Demirel a 61 salî ji Îlona 2016'an heta niha li dijî vê santralê têdikoşe. Demirel, ragihand ku ev santral di 2014'an de hatiye kesîdekirin û dewrî fîrmaya Bereket Enerjiyê hatiye kirin û got, gaza jê dertê dibe sedema mirinê. Demirel, dest nîşan kir ku li gundê wan Tûrgûtlarê û gundên hawirdorê gelek kes ji be pençeşêrê mirine û got, ji bo gundê wan tune nebin ew ê her tim bitêkoşe.
BI WÊNEKÊŞA XWE LI DIJÎ SANTRALÊ TÊDIKOŞE
Demirel, diyar kir ku ji ber santrala termîkê gundê Bagcilarê hatiye valakirin û ew ji Îlona 2016'an heta niha bi niçtecihên vî gundî re hevpeyvînan çêdike û wiha domand: "Gelê Bagcilarê ji ber valakirina gund zaf xemgîn e. Dema difikirim ku dê heman rewş bê serê gundê me Tûrgûtlarê zaf li ber dikevim. Êdî tim tunekirina gund û erdên em tên xewna min. Ez jî ji ber vê bi riya ketim." Demirel, ragihand ku wê wênekêşek ji xizmên xwe stendiye û hêlên santralê yên talûkeyê didin der û hawirdorê dikşîne û got, wêneyên ku ew dikişîne li qehwexane, dermanxane, ocaxa teduristiyê, dikan û malên gundê Tûrgûtlarê daldiqîne da gel hay jê hebin çi diqewime.
‘DIXWAZIM LI SER XAKA XWE BIMIRIM'
Demirel, anî ziman ku bêyî ew ji kesî alîkariyê bixwaze têdikoşe û got, tenê armanca wê ew e ku gundê xwe xelas bike û ji ber vê mal bi mal digere û hayê gel pê dixe. Demirel, dest nîşan kir ku Santrala Termîkê ya Yataganê hema bêje talûkeya mirinê dide der û wiha got: "Ji ber santralê ez jî bûme nexweşa astimê. Niha êdî nikarim bêhnê bistînim. Ji ber gaza jehrî ya santrala termîkî li he rkesî pençeşêr peyde dibe û dimirin." Demirel, dest nîşan kir ku ew naxwaza xaka ku lê çêbûye wind abibe û wiha axivî: "Gora bavê min, a kalikê min li vê xakê ne. Hemû paşeroja min li vê xakê ye, dixwazim pêşeroja min jî li vir be. Li vî gundî çêbûm. Min li riyên vî gundî lîst û li vî gundî ez bûm bûk. Êdî dixwazim li vî gundî bimirim. Naxwazim ji ber santrala termîkê gundê me bê valakirin."
‘XEW BI ÇAVÊ MIN NAKEVE...'
Demirel, ragihand ku wê hemû hêlên talûke yên Santrala Termîkê nivîsandine û ji Serokomartiyê, Serokwezîrtiyê, Wezîrê Enerjiyê, Wezîrê Hawirdorê û hemû mercîên rayeder re şandine û wiha domand: "Lê bersivên yekê jê jî ne erênî bûn. Bersivên wan ez memnûn nekirim. Naxwazim tunekirina gundê xwe bînim bîra xwe. Dema tê bîra min xew bi çavê min nakeve. Tim difikrim, gelê ez dikarim çi bikim? Ez ê nikarim li nav qelebalixiya û bêhan egzozên bajaran bijîm. Ji dêvla ku me ji gundê me derxînin, bila bombeyeke nukleerî bavêjin ser me û me bikujin. Min serî li komeleyên hawirdorê dan. Gelekî alîkarî kirin, hîn jî dikin. Em ê bi vî awayî li warê xwe xwedî derkevin."
‘EM Ê JI BO XAKA XWE BITÊKOŞIN'
Demirel, dest nîşan kir ku ji ber santralan êdî zeytûnên wan wek berê ber nadin û got, ji ber dê darên li gundê Tûrgûtlarê bên rakirin ew ê zaf li ber dikeve. Demirel a bi xwe nikaribû hêstir ji çavên waê bariyan, diyar kir ku îhtimala tunekirina gundê wan, ji bo wê ji mirinê jî xerabtir e. Demirel, anî ziman ku gotinên gerînendeyê Santrala Termîkê ya Yataganê yên "em ê gundê we bikolin, em ê guh nedin gotinên" tim li ber guhê wê ne û got, ji ber vê xemgîniyê hêla wê ya çepê felç bûye. Demirel wiha domand: "Li gel felçbûna xwe jî têdikoşim. Êdî gundî jî hêdî hêdî piştevaniyê dikin. Bawer dikim em ê bi ser kevin. Em ê ji bo xaka xwe li ber xwe bidin." Her wiha Demirel ragihand ku, dê di rojên pêş de ji bo santralê pêvajoya darizandinê jî dest pê bike.
Gokhan Oner - dîhaber