COLEMÊRG -Li Şemzînana ku AK Partî bi refeqatiya tîmên taybet û wesayîtên zirxî xebatên referandûmê yên "Erê" bi rê ve dibe, bi her awayî kesên ji bo "Na" xebatan bi rê ve dibin asteng dike. Lê li gel vê astengiyê jî şemzînanî ji bo "Na"yê bi israr in.
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, li gel hemû çewisandin û astengiyan jî xebatên referandûmê yên "Na"yê berdewam dikin. Şemzînaniyan diyar kir ku li navçeya wan bi awayekî tund şer didome û gotin, ew ê di referandûmê de li dijî kesên ku vî şerî dikin bibêjin "Na".
DÊ JI BO AŞTIYÊ BIBÊJIN 'NA'
Esnafê bi navê Mûrat Erbaş diyar kir ku, ev du sal in li Kurdistanê li ser serê gelê kurd rewşeke dijwar heye û wiha got: "Hikûmeta desthildar li dijî kurdan çi ji destê wê tê texsîr nake. Ji bo rewşa kurd û Kurdîstanê bigihêje rewşeke asayî, ji bo demokrasî pêş ve biçe, astengiyên li pêş jiyîna gelê kurd rabin em ê bibêjin 'Na'." Erbaş balê kişand ser girîngiya referandûma û wiha axivî: "Şareder û parlementerên ku bi dengê vî gelî hatine hilbijartin ji peyiwrê dûrxistin û girtin. Niha bi hezaran kes di girtîgehan de ne. Vîna Şemzînan, Gever,Çelê, Colemêrg û Kurdistanê di girtîgehan de ye. Yên ku vîna me nas nekin, em jî wan nas nakin. Wê bi çi rûyî ji me doza dengan bikin. Li gorî wan vîna wan vîn e ya me ne vîn e. Heke em bêjin 'Erê' û pergala serokatiyê bê ma dê qeyûm tayînî serokatiyê jî bikin? Na, nakin lewre vîna wan vîn ya me na. Lê em ê li Kurdîstanê bersiveke mezin bidin wan."
ŞEMZÎNAN BÛYE CÎHÊ KU TÎMÊN TEYBET HÊRSA XWE DERBIXIN
Welatiyê bi navê Fahrî Geylan jî anî ziman ku, dê li dijî polîtîkaya qirkirinê a li Kurdîstanê di referandûmê de 'Na' yek xurt derkeve û wiha domand: "Ji bo aştî were Şemzînanê, ji bo ev êrîş bên sekinandin, ji bo pêşeroja gelan em ê dengê 'Na' zêde bikin." Geylan diyar kir ku, li Şemzînanê polîtîkayên şer bi her awayî xwe didin der û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Şemzînanê li navendê, cihê gerê û cihê kargehên xwe bi şideta tîmên teybet re rû bi rû dimîne. Timên teybet ê ku aciz dibin hêrsa xwe ji gel derdixin. Li hemberî êrîşên tîmên teybet dema ku em serî li dozgeriyê didin bersiva 'Em jî nikarin daxilî wan bibin' didin. Em ê li dijî zordariya wan û ji bo demokrasiyê bibêjin 'Na'."