Her salê rojnamegerek hat kuştin

STENBOL - Li Tirkiye piştî xebatkarê Rojnameya Serbestiyê Hasan Fehmi Beg di 6'ê Nîsana 1909'an de hat kuştin, Ev roj wek "Roja Kuştina Rojnamegeran" hat qebûlkirin. Di ser kuştina Fehmi Beg re 108 sal derdbas bûn. Ji wê demê heta niha li Tirkiyeyê zêdeyî 100 rojnamger hatine kuştin û niha 166 rojnameger jî girtî ne.

Xebatkarê Rojnameya Serbestiyê Huseyin Fehmi Beg ê bi nivîsên xwe yên muxalefeta li dijî Cemiyeta Îttihat û Terakkiyê dihat nasîn, di 6'ê Nîsana 1909'an de li ser Pira Galatayê ya Taksîmî hat kuştin. Piştî kuştina Fehmi Beg li Tirkiyeyê 6'ê Nîsanê wek "Roja Kuştina Rojnamegeran" hat qebûlkirin. Ji wê demê heta niha li Tirkiye zêdeyî 100 rojnameger hatin kuştin. Lê di lîsteyên hatin amadekirin de zêde cih nedan rojnamegerên kurd ên hatin kuştin. Di çapemeniya kurdan de tenê ji salên 1990'an heta niha zêdeyî 80 rojnameger hatin kuştin. Li gorî daneyên înîsiyatifa Rojnaemgerên Azad jî 166 rojnameger girtî ne.

Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) ya ji wê rojê heta niha navê rojnamgerên hatine kuştin tomar kiriye, diyar kir ku ji Krîkor Zohrab heta Hrant Dînk, ji Ugur Mumcu heta Metin Goktepe, ji Mûsa Anter heta Ferhat Tepe herî kêm 66 rojnameger bi cinayetên kiryar nediyar û bi cinayetên cuda hatine kuştin. Tişta balkêş ew e ku di vê lîsteyê de navê bi dehan rojnamegerên kurd ên wekî Rojnameger ê Azadiya Welat Metin Alataş, Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û gelek rojnamgerên ermenî yên di Qirkirina Ermenan a 1915'an de hatin kuştin cih nagirin.

Li Tirkiyeyê herî zêde di sala 1992'yan de rojnamger hatine kuştin. Di vê salê de avakarê Rojnameya Ozgur Gundemê Musa Anter jî di nav de, herî zêde rojnamgerên kurd hatine kuştin. Ji salên 90'an heta niha zedeyî 80 rojnaemgerên kurd hatin kuştin. Di heman demê de li cîhanê Tirkiyeyê di warê rojnamgerên girtî de jî di rêza yekemîn de ye. Niha li Tirkiyeyê li gorî daneyên Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad 166 rojnameger di girtîgehê de ne.

LI CÎHANÊ DI RÊZA YEKEMÎN DE YE

Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, anî ziman ku ji roja ku rojnamger Hasan Fehmi Beg hatiye kuştin heta niha, li Tirkiyeyê kuştina rojnamegeran jî nîşan dide ku li hemberî çapemeniya azad "hêrsek" heye û got, ji wê demê heta niha bi dehan rojnameger hatine kuştin û hîn jî tên kuştin. Durmuş, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê zêdeyî sed saziyên çapemenî-weşanê hatine girtin û 156 rojnameger di girtîgehê de ne û wiha got: "Li Tirkiyeyê rewşa çapemeniya azad li gor ya cîhanê zaf xerab e."

'İÎKTÎDAR NAXWAZÊ NÛÇE BÊN ÇÊKIRIN'

Durmuş, bi bîr xist ku di sala 1993'yan de ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve "Roja Çapemeniya Azad a Cîhanê" hat îlankirin, li Tirkiyeyê 8 rojnameger hatin kuştin û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê rojnamger di bin çewisandina îktîdar û dewletê de rojnamegeriyê dikin. Dema AKP bû îktîdar, li Tirkiyeyê çapemenî ji nû ve hat dîzaynkirin. Rojnamegerên muxalfî xwe hemû girtin û cezayê pereyî li weşanên çapemeniyê birî. Bi vê re, îktîdar naxwaze nûçe bên çêkirin. Ev jî nîşan dide ku, li Tirkiyeyê li gel çapemeniya azad huqûq û demokrasî jî tune ye."

'LI TIRKIYEYÊ ROJNAMGERÎ TÊ ASTENGKIRIN'

Durmuş, dest nîşan kir ku hemû rojnamgerên bi awayekî rasteqîn nûçeyan radigihînin gel wek hedef tên nîşandan, girtin û kuştin. Durmuş wiha domand: "Ev rewş nîşan dide ku tim rojnamger di hedefa îktîdaran de ne. Li gel binpêkirina mafan, îhtimalek mezin em di warê kuştina rojnamgeran de jî di rêza yekemîn de ne. Ev rewş belgeya ku li Tirkiyeyê rojnamgerî tê astengkirin e."

'HEKE EM BI PAŞ VE GAV BIAVÊJIN DÊ CIVAK BÊ NÛÇE BIMÎNE'

Durmuş, anî ziman ku ew ê ji bo mafê nûçewergirtinê ya gel tim bitêkoşin û wiha axivî: "Heke em di bin navê kuştinan de bitirsin an jî li hemberî binçavkirin û girtinan bi paş ve gav biavêjin, mixabin dê civaka Tirkiyeyê bi temamî ji mafê nûçewergirtinê bêpar bimîne. Ji ber vê em ê her tim rojnamgeriyê bikin û nûçeyan çêbikin."

ROJNAMEGERÊN BI PIŞTGIRIYA TIRKIYE HATIN KUŞTIN

Rojnameger Denîz Firat li Mexmûrê, Rojnameger Nûjiyan Erhan jî li Şengalê bi hevkariya DAÎŞ, KDP û Îktîdara Tirkiyeye hatin kiştun. Balkêş e piştî ziyaretên Serokê KDP'ê Mesut Barzanî yên Tirkiye Denîz Firat û piştre jî Nûjiyan Erhan hatin kuştin. Di salên dawî de kuştina rojnamegeran ên li herêma KDP'ê û girtina rojnamegeran ên li Tirkiye balê dikişîne polîtîkayen AKP'ê û AK Partiyê yên li ser rojnamegeran.