COLEMÊRG/ÇEWLÎG- Li gundê Şapatanê ya Şemzînanê çûn û hatin hate qedexekirin li 7 gund û 8 taxên navçeya Dara Hênî jî qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li gundên Colemêrg û Çewlîgê qedexe hat îlankirin. Li gundê Şapatanê ya navçeya Şezînanê ya Colemêrgê çûn û hatinê gundan hate qedexekirin. Li gundê ku li têketina navçeya Şemzînanê ye nêzî 5 hezar tîmên taybetên keteni nava gund lêgerînê dikin.
Li 7 gund û 8 taxên navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê jî ji aliyê Walîtîye Çewlîgê ve qedexeya derketina derve hate îlankirin. Li gundên Dîkpiran, Gerçeklî, Doşekkaya, Uçgul, Dedbag û Gozertepe û li taxên Demîrboga, Karataş, Çekmece, Arakli, Yenîler, Ekînlî, Gulluce û Bayramliyê walîtiyê qedexeya derketina derve îlan kir.
Li herêmê di pevçûnên duh de cerdevanek miribû, leşkerek û 3 cerdevan jî birîndar bûbûn.