NAVENDA NÛÇEYAN - Ji referandumê re 11 roj mane li Edene, Mêrsîn, Hatay, Stenbol û Erziromê di operasyonan de 38 kes hatin binçavkirin. Li Dersimê 12 kes hatin girtin.
Beriya referandumê li gelek navendan operasyonên binçavkirinê çêbûn.
LI EDENEYÊ 14 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Edeneyê polîsan serê sibehê bi ser 20 navnîşanan de bi awayeke hemwext girtin. Beriya operasyonên tax hatin dorpêçkirin û deriyên malan hatin şikandin û di lêgerînê de her der hate serobinokirin. Di encama lêgerînan de pirtûk, belavo, rojname, afîş, kompitur hatin desteserkirin. Piştî lêgerînan 14 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat hinbûn kesên hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.
Hip kesên ku hatin binçavkirin ev in: Bavê Eylem Ataş a dma li dijî DAIŞ'ê şer dikir jiyana xwe ji dest dabû Mehmet Ataş, endamên ESP'ê Aylîn Yildiz, Mazlum Aydin.
Li aliyê din bi şev di "operasyona aramiyê" de 20 kesên ku der barê wan de biryara lêgerînê heye hatin girtin.
15 XWENDEKAR LI MÊRSÎNÊ HATIN BINÇAKIRIN
Li navçeyên Mezîtlî û Yenîşehîrê yên Mêrsînê jî polîsan bi ser malên xwendekaran de girtin. Li malan lêgerîn hatin kirin, rojname, kompîtur û belavok hatin desteserkirin. Hate hinbûn ku 15 kes hatine binçavkirin û sedema binçavkirinan nehat zanîn.
Hİn kesên hatin binçavkirin ev in: Gulsan Kaya, Nazli Mansuroglu, Esra Guzel Ersoy, Hasret Mesrure Vurucu, Duygu Canitez, Denîz Akbiyik, Yelda Ozturk, Ozlem Uslu, xwendekarên bi navê Ozgur û Baran ên paşnavên wan nehat hînbûn.
Duh jî li Mêrsînê di operasyona binçavkirinan de di nav de rêveberên HDP'ê jî hene 11 kes hatibûn binçavkirin. Bi vî rengî hejmara kesên hatin binçavkirin derket 26 kesan.
6 KES HATIN BINÇAKIRIN
Li Hayatê beriya mîtînga Erdogan ciwanên ku endamên Hewldana Partiya Azadiya Civakî (TOPG) û endamên Meclîsên Gel hatin binçavkirin.
Di operasyonan de Alî Ozturk, Onur Gezîcî, Mesut Soya, Mîthatcan Turetken, Ahmet Dogan, Serpîl Kirdag hatin binçavkirin. Mahîr Mansuroflu û Doguş Genç ji ber ku ne li malên xwe bûn nehatin binçavkirin.
JI BER MUZÎKA KURDÎ HATIN BINÇAVKIRIN
Dun êvarê li Esenler a Stenbolê Sevîm Gurocu û Adîl Gorucu yên li mala xwe muzîka kurdî guhdar dikirn hatin binçavkirin. Bav û keça wî ji ber muzîka kurdî guhdar dikirin hatin binçavkirin. Li bendê ye ku bav derxînin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê, keça wî jî derxînin Edliyeya Bakirkoyê.
ENDAMÊ MECLÎSA ŞERADIYÊ HAT BINÇAVKIRIN
Li navçeya Tatosê ya Erziromê Endamê Meclîsa Şaredariyê Sebahattîn Kiliç hate binçavkirin. Kiliç ê li mala xwe ya li taxa Çîçekbagi hat binçavkirin nehat hînbûn ku ji ber çi hatiye binçavkirin. Keleç birin Midûriyeta Polîsan a Tatosê.
12 KES HATIN GIRTIN
Li navenda Dersimê 13 kesên hatibûn binavkirin duh êverê derxistin dozgeriyê. Volkan Çîçek li dozgeriyê hat berdan. BAşak Baydar, Beren Ataci, Alî Ekber Kaya, Huseyîn dagdevîren, Huseyîn Mavî, Hakan KAvut, Hasan Huseyîn Akyuz, Alî Haydar Eren, Huseyîn Argal, Îlkay Cem Işik, Sînan Saritaş, Hasan Yildiz bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 12 kes bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" hatin girtin û şandin Girtîgeha Xarpêtê.
SEROKA GIŞTÎ YA ESP'Ê HAT BINÇAKIRIN
Li aliyê din di operasyona ku duh hate kirin û navenda wî Dersim bû de gelek endamên ESP'ê hatibûn binçavkirin. Di nava kesên hatibûn binçavkirin de Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlu jî heye. ESP'iyên ku hatin binçavkirin anîn Dersimê.