Der barê lêpirsîna Kurkut de biryara veşartinê dan

AMED - Dadgehê, der barê lêpirsîna kuştina Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê ya 21'e Adarê de ji aliyê polisan ve hat kuştin, biryara veşartinê da.

Xwendekarê Zanîngeha Înonu Kemal Kurkut, di 21'ê Adarê de ji Meletiyê hat Amedê û li tenişta qada Newrozê ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Piştî kuştina Kurkut, ewil qedexeya weşandina nûçeyan dan, niha jî biryara veşartina dosyaye dan. Dadgeha Sulh Ceza, li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Amedê, têkildarî lêpirsîna doza kuştina Kemal Kurkut ê di Newroza 21'ê Adarê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin, biryara veşartina dosyayê da. Dager daxwaza dozger li ber çavan girt û tekildarî dosyaya Kurkut biryara veşartinê da. Heta dosger dozê veke, parêzerên malbatê dê nikaribe xwe bigine belge û daneyan.

Parêzerên malbatê dê vê biryarê îtîraz bikin. Dozger berê jî têkildarî kuştina Kurkut qedexeya weşanê dabû.