REQQA– Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan Dihaber Nazim Daştan û endamê ragihandina QSD’ê Mazlûm Dogan dema şerên li gundê Safsafah dişopandin birîndar bûn.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan Dihaber Nazim Daştan û endamê ragihandina QSD’ê Mezlûm Dogan dema operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa li gundê Safsafah ji nêzî ve dişopandin bi sivikî birîndar bûn.
Hate zanîn her du rojnamevan li ser piyan hatine derbamankirin û rewşa wan başe.