Ceza pere dan xebatkarên Ozgur Gundemê

STENBOL - Li Hevgerînendeya Weşanê ya Giştî ya Ozgur Gundemê Eren Keskî, Midûra Karê Nivîsan Reyhan Çapan û ji edîtorê rojnameyê Ersîn Çaksu ji ber nûçeyan 113 hezar TL cezaya pere hat birîn.

Li xebatkarên Ozgur Gundemê ya ku ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Stenbolê ve bi demî ji aliyê KHK'ê ve jî bi temamî hate girtin cezaya pere hat birîn. Hevgerînendeya Weşanê ya Giştî ya Ozgur Gundemê Eren Keskî, Midûra Karê Nivîsan Reyhan Çapan û ji edîtorê rojnameyê Ersîn Çaksu ji ber nûçeyan cezaya pere hat birîn.

2'yemîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Stenbolê li Çapan û Keskîn ji ber 4 dozên cude bi îdiaya heqeret li serokomar kirine ji bo her yekî 28 hezar TL ceza birî. Heman dadgehê ji bo Keskîn ji ber nivîsa wê ya di 13'ê gulana 2015'an 50 hezar TL ceza birî.

Ji bo rojnamger Çaksu jî ji ber nûçeya wî ya bi sernavê "Kî ne ev kujer" a di 4'ê Nîsana 2016'an de hate weşandin 7 hezar TL ceza birî.