AGIRÎ -Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê yekîneya TRT Kurdî ku xebatê "Erê" yê referandumê dikir, rastî bertek û nerazibûnên gel hat. Gel bi siloganên “Ji Makarna re Na, Ji bo şeref û namûsê Na" bertekên xwe anîn ziman.
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê yekîneyên TRT Kurdî ku xebatên "Erê" yên refenadumê dikin, rastî bertekên gel hatin. Li kolana Îsmail Beşikçî ekîba TRT Kurdî ku xebatên "erê" yên referandumê dimeşandin rastî bertekên gel hatin. Gel bi siloganên “Ji Makarna re Na, Ji bo şeref û namûsê Na" bertekên xwe anîn ziman. Yekîneya TRT Kurdî ku rastî bertekan hat kolan terk kir.