AMED - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), rapora meha Adarê ya girtin, binçavkirin, doz û astengiyên li ser rojnamegeran aşkere kir. ÎRA, di raporê de diyar kir ku li Tirkiye 166 rojnameger girtî ne. Li gorî raporê di Adarê de 37 rojnameger hatin binçavkirin û jê 5 rojnameger hatin girtin.
Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), rapora meha Adarê ya girtin, binçavkirin, doz û astengiyên li ser rojnameger û çapemeniyê weşand. Înîsiyatifê, di raporê de diyar kir ku li Cîhanê û bi taybet li Tirkiye zextên li ser çapemeniyê bi kuştin, girtin, binçavkirin û astengiyên li pêş xebatên rojnamegeran berdewam dike û wiha got: "Li Tirkiye di meha Adarê de zext û tundiya li ser çapemeniya muxalif derket asta herî jor. Di vê mehê de piştî Serokê KDP’ê Mesut Barzanî hat Tirkiye li Şengalê Rojnameger Tuba Akyılmaz (Nujiyan Erhan) ji aliyê hezên KDP’ê ve hat kuştin. Li Meksikayê jî rojnamegera jin Miroslava Breach di êrîşa çekdarî dehat kuştin. Dîsa li Tirkiye di Adarê de 37 rojnameger hatin binçavkirin û 5 rojnameger hatin girtin. Zext û tundiya li ser rojnamegeran zêde bû. 6 rojnameger rastî êrîşan hatin û jê 3 rojnemeger di êrîşên bi çek de birîndar bûn. 8 Rojnameger rastî lêpirsînê hatin. Rojnameger doz li wan hat vekirin. Bi dehan doz hatin ditin û di 3 rûniştinên dozan hatin dîtinde 14 rojnameger hatin darizandin. Di darizandina dozê de 12 rojnameger rastî ceza hatin. Rojnamegerek dersinor kirin. Di şahiyên 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de rojnameger hatin astengkirin. Destûr nedan ku Rojnameyên Rojeva Medya, Ozgurlukçu Demokrasî û Cumhuriyet bigêjin xwînerên xwe. Der barê weşanekê de biryara komkirinê hat dayîn. Der barê kuştina Kemal Kurkut de qedexeya weşanê hat îlankirin. Gelek alav û amûrên rojnamegeran hatin desteserkirin. Di binçavkirina rojnamgeran de herî kêm 2 wênekêş, 2 kamera, 1 bîlgisayar, 1 trîpot û 11 telefon hatin desteserkirin. Amûrên hatin desteserkirin li midûriyetên polîsan tên ragirtin. Niha li Tirkiye 166 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê girtî ne. Piraniya wan hêj doz li wan nehatiye vekirin û bêyî ceza li wan bê birîn, girtî tên darizandin. "
'HESÊN SERDEST HERÎ ZÊDE JI RASTIYAN DITIRSIN'
Înisiyatifê, di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku ev bîlançoya meha Adarê nîşan dide ku yên rastiyê dinivîsin û dixwazin rastiyê bişopînin û bi cîhanê re parve bikin rastî astengiyên herî dijwar tên û wiha berdewam kir: "Hêzên serdest û îxtîdar herî zêde ji ronîkirina rastiyan ditirsin. Ji ber ku dizanin bi hîle, lîstik û xapandinê dibin îktîdar. Dizanin ku rastiya wan derkeve holê dê baweriya gel bi wan nemîne û îxtîdara wan ji destê wan biçin. Ji ber vê yekê naxwazin rastiya wan ronî bibe. Naxwazin rastiya wan bê zanîn. Hemû kesên rastiya wan ronî dikin jî dijminê xwe dibînin. Ji ber vê yekê herî zêde êrîşî rojnamegerên muxalif ên ku li pey rastî û heqiqêtê ne dikin. Ji ber vê yekê rojnamegeran dikujin, digirin û ceza dikin. Ev bîlançoya meha Adarê vê rastiya Tirkiye nîşan die. Ev dane û bîlanço nîşan dide ku li Tirkiye azadiya çapemeniyê tune. Mafê gel ê zanîn û ragihandinê tê binpêkirin. Bi sansur, girtin, kuştina li ser çapemeniyê dixwazin gel bi agahiyên şaş û berovajî bi rêve bibin û gel bêtir bikin koleyên xwe. Lê di dîrokê de her dem edalet, heqîqet û rastî bi ser ketiye. Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad hemû zextên li ser çapemeniyê bi tundî şermezar dikin û dixwazin hêzên îktidarê bi lezgîn dest ji van polîtîkayên xwe berdin."
JI BO BULDAN SERSAXÎ
Înîsiyatifê herî dawî ji bo Rojnameger Buldan jî sersaxî xwest û wiha bi dawî kir: "Di vê pevajoya ku rojnameger di bin zext û zordariyan de hewl didin rastiyan ronî bikin, di 2'ê Nîsanê de hempîşeya me ya Rojnameger û Edîtora Rojeva Medya Evîn Buldan ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da û li warê wê Gevera Colemêrgê hat defin kirin. Em ji hemû hevalên wê, hempîşeyên wê û malbata wê re sarsaxî dixwazin. Em dibêjin gora wê bihişt be. Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad, dê her dem mafên rojnamegran biparêzin û kesên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane jî pênûsa wan her dem zindî bihêlin."