MELETÎ - Li Meletiyê kesên nasnameya wan ne diyar xwestin avahiyên EMEP û ESP'ê bişewitînin.
Li Meletiyê, kesên nasnameya wan nediyar, xwestin avahiyên Partiya Kedê (EMEP) û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) yên bajarê Meletiyê bişewitînin. Kesên nasnameya wan nediyar tabeleyanên avahiyan daxistin û bi paspasên ber derî tabela şewitandin. Hat zanîn ku dema êrîşkaran xwestine avahiyan bişewitînin kes li avahiyê nebûye. Têkildarî mijarê Serokê EMEP'ê yê Bajar Kemal Gultekin, diyar kir ku dema hevalên wan serê sibê çûn avahiyê dîtin ku tabela hatine daxistin û tabela şewitandine. Gultekîn, anî ziman ku dema hevalên wan çûn avahiyê dîtin ku polîs li cihê bûyerê lekolîn dike û wiha got: "Erîşkaran tabela daxistine û şewitandine. Wekî din zerar çênebûye. Xwestine avahiyan bişewitînin, lê nekarîbûn bişewitînin. Em bawer dikin ku ev êrîşa şewitandinê li dijî eniya "Na" ye. Bi nêzîkbûna referandumê ev êrîşên bi vî rengî li dijî xebatan û eniya "Na" ye. Lê bila baş zanibin ku em tu carî dest ji têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê bernadin. Em dê her dem li dijî înkar, îmha û polîtîkayên şaş bêjin 'Na'."