NAVENDA NÛÇEYAN - Hevdîtinên gel ên ji bo referanduma 16'ê Nîsanê yên li navçeyên Çinar û Bismilê hatin lidarxistin veguherîn mîtîngan. Osman Baydemîr ê li hevdîtinan de axivî diyar kir ku nêrîna AKP ya Şirnex û Kerkukê ji hev cuda nînin û banga "Ji AKP û MHP'ê dost nabe" li Barzanî kir. Li Wan, Erzirom, Qers û Edeneyê jî broşur hatni belavkirin û ji bo mîtînga bangawazî hat kirin.
HEVDÎTİN VEGUHERÎN MÎTÎNGAN
Di çarçoveya xebatên refenadumê de li navçeyên Farqîn, Çinar û Bismilê hevdîtinên gel hatin li darxistin. Parlamenterên HDP'ê yên bi konvoyê ji Amedê derketin rê ewil çûn navçeya Çinarê. Gel li têketina bajar konvoy pêşwazî kirin Piştre derbasî ber avahiya HDP'ê bûn. Parlamentera HDP'ê Saadet Becerîklî li vir axivî û diyar kir ku li dijî polîtîkayên pêkûtiyê çawa gel li Newrozê derket qadan dê di 16'ê Nîsanê de jî li dijî zilm û zaliman biçin ser sandoqan û dengê "Na" bi kar bînin. Becerîklî wiha got: "Di 16'ê Nîsanê de di serî de ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hevserok û hevşaredarên me, girtiyên siyasî dengê Na bi kar bînin."
'NÊRÎNA LI ŞIRNEX Û KERKÛKÊ CUDA NÎNE'
Parlamenterê PDP'ê Osman Baydemîr jî nirxandina "Me çawa ku di Newrozê de kefenî tirsê ya ku tê xwestin bidin lixwekirin bi dev û diranên xwe çirand em ê di 16'ê Nîsanê de kefenê tirsê ya tê xwestin bidin lixwekirin biçirînin" kir û wiha berdewam kir: "Yên ku li jêrzemînên Cizîrê hatin şewitandin, dayika Taybet, bebika Mîray qetil kirin ûn yên ku çekên kîmyewî bi kar anîn cuda nînin. Di qanûnên Kenan Evren de çawa ku gelê kurd tune hatiye hesibandin îro jî Erdogan, Bahçelî û ruhê Keran Evren a di patekê de jî eynî ye. Em ê di 16'ê Nîsanê de paketa ku me tune dihesibîne tune bikin. Hikûmeta AKP'ê ka li her derê kurd xwîşk û birayên we bûn. Nêrîna Erdogan a ji bo ala kurd a li Kerkukê û nêrîna wî ya Şirnexê cuda nîne."
JI BO BARZANÎ BANGAWAZÎ
Baydemîr bi gotineke kurdan bang li Barzanî jî kir û wiha axivî: "Ga dimire dimîno postê wî lê ji AKP û MHP'ê nabe dost. Dijminê bav û kalan nabe dostên lawa. Divê kurd li dijî zilmê û faşîzmê bibin yek." Baydemîr got ku di paketa ku di 16'ê Nîsanê de bêdengdan de dijiminatiya li dijî kurdan heye.
LI BISMILÊ RUHÊ 7'Ê HEZÎRANÊ
HDP'iyên ku ji Çinarê derbasî Bismilê bûn jî li ser rê ji aliyê welatiyên gundan ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Heyetê gel slav kir û banga bikaranîna dengê "Na" kir. Wesayîtên di rê de jî bi qorneyan piştgirî dan konvoyê. Li Bismilê vî heyet bi konvoyê hat pêşwazîkirin, ciwanan bi motorsiklêtan ve gel vexwedin avahiya HDP'ê. Gel li Bismilê wekî lêhiyê herikî qadê. Bi hezaran kes li ber avahiya HDP'ê kom bûn û dîmenên wekî 7'ê Hezîrenê derketin holê. Bi hezaran kesan li vir dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" berz kirin. Hevdîtina gel veguherî mîtîngê.
Li vir parlamenter Ahmet Yildirim axivî û got ku ew ê ji feraseta ku bajar şewitandin re di 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na" û paketa şer a li dijî paketa wan a aşityê wergerînin. Yildirim got ku bi dengê "Na" ji kesên mirov şewitandin hesab bipirsin.
Ji ber eleqeya gel polîsan xwestin otobusa HDP'ê ji qadê derxînin lê gel bi dirûşma "Pêkûtî me bêzar nake" bersiv da û meşiyan. Di vî navberê de 4 ciwan hatin binçavkirin.
Konvoy piştre derbasî Farqînê bû.
'EM LI ŞÛNA MEQERNE DIBÊJIN DEMOKRASÎ'
Li navçeyên Qelqelî û Serava Wanê jî hevdîtinên gel pêk hatin. Parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan jî di nav de heyata hate Qelqeliyê bi coşekeme mezin hatin pêşwazîkirin. Li vir Hevserokê HDP'ê yê Qelqeliyê Recep Ceylanci û Hevseroka HDP'ê ya Wanê Gulîstan Orhan axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku ji bo dîktatoriyek nû neyê dê dengê "Na" bi kar bînin.
Parlamenter Botan jî diyar kir ku kurd li dijî zilmê li ser piyan e. Botan got ku AKP li herêmê meqerne belav dike û propoganda dike û wiha axivî. "Meqerneya me tuneye lê nirxên me yên pîroz hene. Em li şûna meqerneyê bi demokrasî, azadî û exlaqê ve girêdayî ne." Botan got ku gel dê di 16'ê Nîsanê de dengê "Na" bi kar bînin û dersa demokrasiyê bidin.
Heyeta ku piştî axaftinan ji Qelqeliyê veqetiya bi konvoyeke qerebalix derbasî navçeya Seravê bû. Piştî ku navenda navçeyê tur hat avêtin derbasî Navenda Kar a Şaredariyê bûn. Li vir bi gel re govend hate gerandin û esnaf hatin ziyaretkirin. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî heyetê dan.
BELAVOKÊN 'ÇIMA EM BÊJIN' NA BELAV KIRIN
Li Wanê jî Endamên Platforma Ji bo Demokrasiyê belavokên "Çima em bêjin Na" belav kirin. Endamên Platformê ji kolana Cumhuriyetê heta Kolana Maraşê û Beşyolê belavok belav kirin. Platformê di belavokê de sedemên çima dibêjin "Na" rêz kirin û welati û esnaf agahdar kirin.
LI ERZIROMÊ STANTA NA
Rêxistina HDP'ê ya Erziromê jî di çarçoveya refarandûmê de li taxan stantên "Na" vekirin. Rêveberên HDP’ê yên Erziromê belavokên “Na" li welatiyan belav kirin. Stand li ber strana HDP'ê ya "Bêjin Na" hat vekirin û gel eleqeyek mezin nîşan da.
LI QEREÇOBANÊ AFÎNÊN NA
Li navçeya Karaçobanê jî di çarçoveya xebatên referandumê de rêveberên HDP'ê li taxan xebat meşandin. Rêveberên HDP'ê li taxên Burnaz, Tungal û Oncalê derî bi derî geriyan û sedema "Na" vegotin û belavok belav kirin. Piştre afîşên "Na" li dolan û dîrekan zeliqandin.
LI QERSÊ GUND ZIYERAT KIRIN
Rêveber û Parlamenterên HDP'ê û DBP'ê li nava Esnafên Qersê û gundên navçeya Selîm a Qersê ziyaret kirin û xebatên "Na" meşandin. Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emin Adiyaman û rêveber li nava esnafan geriyan û rastî eleqeyek mezin hatin. Adıyaman, li ser girîngî û wateya vê referandumê rawestiya û xebatên "Na" meşandin. Heyetê piştî esnafên Qers û Selîmê ziyaret kirin derbasî gundê Bulbul bûn û bi welatiyan re hatin cem hev. Heyet bi def û zurneyan hatin pêşwazîkirin. Li aliyê din cendirmeyan bi maşina zirxî ya akrep heyet heta gund şopand.
LI EDENE BANGA NA'YÊ
Hevserokê HDP'ê Edeneyê Huseyin Beyaz jî diyar kir ku dê di 8'ê Nîsanê de li Qada Ugu Mumcu mîtîngê pêk bînin û wiha got: "Di mîtînga 8'ê Nîsanê de Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir û Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit dê li qada Ugur Mumcu mîtîng bê lidarxistin. Beyaz, anî ziman ku waliyê Edene serlêdana wan qebûl kiriye. Beyaz, xwest her kes di mîtîna "Na" ya saet di 14.00'an yê 8'ê nîsanê de li qada Ugur Mumcu bibin yek û dengê "Na" bilind bikin.
BUROŞURÊN 'NA' HATIN BELAVKIRIN
Heyeta ku ji Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, endam û rêveberên bajêr û navçeyên navendî pêkhat li taxên Karataş, Guneykent, Yedîtepe yên Şahînbey a Dîlokê broşurên "Na" yê belav kirin. Broşura bi sernavên “Ma dewleta yekkesî dibe?, Ma dadgeha girêdayî kesekî dibe?, Ma serokê partiyekê dikare hemû civakê temsil bike?, Ma welat bi fermanan tê rêvebirin? Ma tapuya welatê tê dayîna yek kesî?, Ma rêveberê hesap nede gel dibe û na em dibêjin wiha nabe” li esnaf û gel hat belavkirin.
Li kolanan eleqeyek mezin ji bo na yê hebû, welatiyek ku heyet dayî rawestandin wiha got: “Ez dibêjim na, kurê meta min şehîd ket, birayê min gaziye lê me êdî şer naxwazin em aştiyê dixwazin lewma em dibêjin Na.”