Xebatkara Ozgur Halkê sibê derdikeve peşberî dadgehê

ÎZMÎR - Xebatkara Kovara Ozgur Halkê ya Îzmirê Rabîa Ozkaya, dê sibê derkeve pêşberî dadgehê.

Xebatkara Rojnameya Ozgur Halkê ya Îzmirê Rabia Ozkaya ku di 5'ê Îlona 2016'an de li semta Basmaneyê hat binçavkirin û girtin, dê sibê derkeve pêşberî dadgehê. Rabia Ozkaya, piştî 8 mehan girtî ma dê yekem car derkeve pêşberî dadgehê. Ozkaya, dê sibê li 13'emin Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê derkeve pêşberî dadgehê.