WAN/SÊRT/EDENE- Li Wanê 14 kesên hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Li Sêrtê jî polîsan bi ser Waregeha Xwendekaran a Esmerhanê de girtin û xwendekarê bi navê L.R.V. hat binçavkirin. Li Edeneyê jî ji 7 kesên hatin binçavkirin jê 4 kes hatin girtin.
Li navçeya Elbakê ya Wanê 14 kesên di 24'ê Mijdare de hatin binçavkirin hatin girtin. Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Elbakê Ertugrul Korkmaz, rêveberê MEYA-DER'ê Lezgin Demîr û Îlhan Arık û rêveberê DBP'ê Yaşar Akkoyun jî di navde 14 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
Polîsan serê sibehê li Sêrtê jî bi ser Waregeha Xwendekaran a Esmerhanê de girtin. Di serdegirtinê de xwendekarê bi navê L.R.V. hat binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat hînbûn.
Li aliyê din 5 endamên Halkevlerî yên ku ji Stenbolê ji bo biçin navçeya Şîrvanê ya Sêrtê ku hezana kan pêk hatibû, hatin binçavkirin jî piştî karên fermî yên li emniyetê hatin berdan.
4 KES HATIN GIRTIN
Li Edeneyê jî ji 7 kesên di 22’ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin jê 4 kes hatin girtin. 7 kesên bi navê F.Y, Ş.A, M.S.D., O.O., İ.S, F.D.û A.E. piştî sewqî dadgehê hatin kirin jê Î.S, F.D.û A.E. bi şertê kontola edlî hatin berdan. Heyeta dadgehê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” F.Y, Ş.A, M.S.D. û O.O girtin û şandin girtîgehê.