NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî yên li girtîgeha Tîpa D a Amedê ketibûn çalakiya greva birçîbûnê ji Girtîgeha Amedê şandin Girtîgeha Kandirayê.
Xizmên girtiyên Girtîgeha Tîpa D a Amedê diyar kirin ku girtiyên ketibûn grevê ji Amedê şandine Kandirayê. Xizmên girtiyan anîn ziman ku girtiyên siyasî Caner Şermet, Aydin Îcuz, Cîhan Kaynar, Huseyîn Aras, Şaban Alkan, Fatîh Nehîr û Belyan Bozyîgît ên li girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê de bûn, di 3’yê Nîsanê de şandine Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê.